4 car e Qamişlo tê bombebarankirin

Careke din dewleta Tirk a dagirker bajarê Qamişlo bi balafirên bêmirov bombebaran kir. Bi wê yek bû cara 4ʹan. Vê carê de balafirên bêmirov derdora depoyên Qamişl û Hîzam bombebaran kirin.

4 car e Qamişlo tê bombebarankirin
24 cotmeh, 2024   02:20
QAMIŞLO

Dewleta Tirk a dagirker bi rêya balafirên xwe yên bêmirov êrişeke asîmanî li dijî Qamişloyê dewam dike. Dagirkeriyê derdora depoyên Qamişlo yên li taxa Enteriyê, her wiha derdora Hîzam bombebaran kir.

Ji şeva berê ve artêşa Tirk a dagirker bi rêya balafir û çekên xwe yên giran herêmên Kantona Efrîn û Şehba, kantona Minbicê, kantona Firatê û kantona Cizîrê hedef digire.

(fr)

ANHA