35 revandiyên Siwêdayê gihîştin malên xwe

35 kesên, di dema êrişên dijî bajarê Siwêdayê ji hêla hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ve hatibûn revandin de, hatin berdan û vegerîn malên xwe.

35 revandiyên Siwêdayê gihîştin malên xwe
8 cotmeh, 2025   16:53
NAVENDA NÛÇEYHAN

Çavkaniyek ji Siwêdayê diyar kir ku îro 35 sivîlên ku piştî 3 mehan ji hêla hêzên hikumeta veguhêz ve di êrişên dijî bajarê Siwêdayê hatibûn revandin de, ji girtîgeha Edra hatin berdan û vegerîn Siwêdayê.

Çavkanî anî ziman ku hîna zêdetirî 40 sivîl revandî ne û tu agahiyên fermî der barê aqûbeta wan de nîn in. Li hember vê yekê daxwazên aşkerakirina cihên girtin û berdana wan bilind dibin.

(fr)