Li Çilaxa endamên Kongra Star name ji Rêber Apo re nivîsandin

Endamên Kongra Star a bajarê Çilaxa name ji Rêber Apo re nivîsandin û di nameyên xwe de girêdana xwe bi fikir, felsefe û têkoşîna wî ya ji bo azadiya jinê re, anîn ziman.

Li Çilaxa endamên Kongra Star name ji Rêber Apo re nivîsandin
Li Çilaxa endamên Kongra Star name ji Rêber Apo re nivîsandin
Li Çilaxa endamên Kongra Star name ji Rêber Apo re nivîsandin
Li Çilaxa endamên Kongra Star name ji Rêber Apo re nivîsandin
Li Çilaxa endamên Kongra Star name ji Rêber Apo re nivîsandin
Li Çilaxa endamên Kongra Star name ji Rêber Apo re nivîsandin
8 cotmeh, 2025   16:49
QAMIŞLO

Kongra Star a bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê der barê nivîsandina nameyan ji Rêber Abdullah Ocalan re ji hêla endamên kongreyê ve û belavkirina kovareke biwêne ya bi sernavê "Azadî dê bi ser bikeve" li ser xwendekarên qonaxa seretayî de, çalakiyek li dar xist.

Çalakî bi navê "Ez dixwazim Rêbertî derveyî Îmraliyê bibînim" hat lidarxistin. Çalakî bi serdana li dibistanên seretayî yên bajêr û belavkirina kovarê li xwendekaran dest pê kir.

Endamên Kongra Star di nameyên xwe de îşaret bi keda Rêber Abdullah Ocalan a di pêkanîna stûnên aştiyê li herêmê û Rojhilata Navîn de û doza rizgariya jinan ji dozên destpêkê be, hat kirin.

Li aliyekî din jî endama rêveber a Kongra Star a Çilaxa Fatme Resûl diyar kir ku ev çalakî di çarçoveya çalakiyên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û şermezarkirna komploya navneteweyî de hat lidarxistin.

(fr)

ANHA