Şêniyên Kobanê gihiştin bendava Tişrînê

Karwanê şêniyên Kobanê ji bo parastina bendava Tişrînê ji êrişên dewleta Tirk a dagirker githişte bendavê.

Şêniyên Kobanê gihiştin bendava Tişrînê
25 ÇILE, 2025   15:12
BENDAVA TIŞRÎNÊ

Îro danê sibê di sedan şêniyên bajarê Kobanê yê kantona Firatê, ber bi bendava Tişrînê ve ketin rê, da ku tevlî çalakiya nobedariya parastina bendavê bibin.

Karwanê şêniyan niha gihiştiye bendavê û ji aliyê şêniyên Tebqa, Reqa û Dêrezorê ve hatin pêşwazîkirin.

Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji 8’ê Çileyê ve ji bo parastina bendava Tişrînê ji êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, bi dorê nobedariyê dikin.

Ev cara sêyem e ku şêniyên Kobanê tev lî nobedariya bendava Tişrînê dibin.

(k)