Li Şedadê têkildarî Berxwedana 14ˊê Tîrmehê civîn
Xelkê bajarên kantona Cizîrê diyar kir ku ew di têkoşîna xwe ya pêkanîna azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û serkeftinê de xwe dispêrin ruhê Berxwedana 14ˊê Tîrmehê.
Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi hevkariya Meclisa Bajarê Şedadê yê kantona Ciîzêr ji xelkê bajarên Şedadê, Erîşa û Mergede û gundê Deşîşe re ji bo bîranîna berxwedana zîndanan (rojiya mirinê) ku dikeve 14ˊê Tîrmehê civînek li dar xist. Civîn li hola meclisê bajêr hat organîzekirin.
Endamê rêveber ê rêxistina PYDˊê ya şaxê bajêr Beşar Mihemed diyar kir ku pêdiviya têkoşînê ku bi serkeftinê tacîrdar be, bi berxwedaneke mezin, fedakarî û rêxistinê heye.
Mihemed anî ziman ku ew di berxwedana xwe ya li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker, siyasetên tecrîd û îşkenceyê yên li dijî Rêber Abdullah Ocalan de xwe dispêre ruhê berxwedana zîndanan û dê bi ruhê berxwedana zîndanan serkeftinê û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan misoger bikin.
(fr)
ANHA