3 endamên îstîxbarata Şamê birîndar bûn

Li Derayê di êrişeke komeke çekdar de 3 endamên îstîxbarata leşkerî ya hikumeta Şamê birîndar bûn.

3 endamên îstîxbarata Şamê birîndar bûn
28 îlon, 2024   09:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), komeke çekdar êrişî erebeya endamên "Komîteya Gel" a girêdayî Beşa Îstîxbarata Leşkerî ya hikumeta Şamê pêk anî. 

SOHR diyar kir ku di êrişa li nêzî pira bajarê Mehicê ya li ser rêya Şam-Derayê pêk hatibû de 3 endamên  îstîxbarata leşkerî ya hêzên Şamê birîndar bûn.

Li gorî daneyên SOHR, ji destpêka îsal ve 272 bûyerên tevliheviya ewlehiya li Derayê çêbûne. Di encama van bûyeran de 274 kes hatine kuştin.

(bb)