3 dewletên Afrîkayê ji koma ECOWAS’ê vedikişin

Malî, Borkîna Faso û Nîjerê ragihand ku ew yekser ji koma aborî ya dewletên rojavayê Afrîkayê (ECOWAS) vedikişin.

3 dewletên Afrîkayê ji koma ECOWAS’ê vedikişin
29 ÇILE, 2024   11:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Pergalên leşkerî yên desthilatdar ên Malî, Borkîna Faso û Nîjerê biryar da ku welatên xwe yekser ji koma ECOWAS`ê bişikînin.

Her sê dewletan têkildarî mijarê yekşemê daxuyaniyeke hevbeş da. Komê jî ragihand ku ew amade ye “çareseriyekê" bi rêya dan û standinan bibîne.

Koma ECOWAS’ê di daxuyaniya xwe de got: "Her sê dewlet, di komê de endamên girîng in. Em ê bi rêya dan û standinan bigihêjin çareseriyekê ji vê pirsgirêka siyasî re. Em li benda agahdariyeke fermî û yekser a têkildarî vê biryarê ne."

(şx)