2 milyon kes bê kehrebe hatin hiştin

Di encama bombebarên artêşa Tirk a dagiker de li kantonên Cizîr û Firatê derdora 2 milyon kes bê kerhebe mane.

2 milyon kes bê kehrebe hatin hiştin
15 ÇILE, 2024   14:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker di êrîşên xwe yên 3 rojên dawî (12-15 çile 2024) yên li ser herêmên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê de tevahiya stasyonên kehrebe, petrol û gazê kirine hedef. 

Li gorî nivîsgeha Enerjiyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, stasyona Siwêdiya ku pêdiviya gaz û kehrebe ya Kantona Cizîrê pêşwazî dike, bi temamî ji xizmetê derketiye. 7 stasyonên din ên kehrebeyê yên li bajar û navçeyên kantonên Cizîr û Firatê ji rawestiyane.

Hevserokê Nivîsgeha Enerjiyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ziyad Rustem têkildari mijarê agahî dan ANHA’yê

Ziyad Rustem da zanîn ku li Tirbespiyê, Qamişlo, Amûdê, Dirbêsiyê, Eyn Îsa, Kobanê û Til Temirê stasyonên kehrebeyê rawestiyan.

Ziyad Rustem destnîşan kir, ji ber êrîşan li bajarê Dêrikê, sedî 70`ê bajarê Qamişloyê, navçeyên Çilaxa, Til Koçer, Tirbespiyê, Til Hemîs, Amûde, Dirbêsiyê û Til Temirê ên Kantona Cizîrê, Eyn Îsa û gelek deverên din ên Kantona Firatê kehrebe qut bûye.

Li gorî Ziyad rustem êrişan  derdora 2 milyon kesên li bajar, navçe û zêdetirî 800 gundan bê kehrebe hiştine.

Dewleta Tirk a dagirker di Cotmeh û Kanûn 2023`yan de jî stasyonên kehrebe, petrol û gazê bi awayekî hovane bombebaran kiribûn. Di encama êrişan de welatî ji xizmetên bingehîn mehrûm hatibûn hiştin.

(şx)

ANHA