2 kesên Girêdaye qetilkirina Feryal Silêman hatin binçavkirin

Berdevê Polîsên Kerkûkê ragihand ku 2 kesên gumanbar, li ser şehîdxistina pêşenga jin ya Kurd Feryar Silêman Xalid hatine binçavkirin û lêkolîn dane destpêkirin.

2 kesên Girêdaye qetilkirina Feryal Silêman hatin binçavkirin
22 ÇILE, 2024   15:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 18’ê Çileyê de li Kerkûkê pêşenga jin ya Kurd Feryal Silêman Xalid hate qetilkirin. Piştî bûyerê lêkolîn hatibû destpêkirin.

Berdevkê Rêveberiya Polîsan ya Kerkûkê Amir Şiwanî derbarê binçavkirina kesên li ser qetilkirina Feryal Silêman de agahiyê nû da Rojnewsê.

Amir Şiwanî got ku lêkolîn di qonaxek baş deye, dosya niha ber destê Îstîxbarata Dijî Terorê ye, 2 kes tometbar li ser bûyerê hatine binçavkirin û lêpirsîn hatiye destpêkirin.