SOHR: 213 sûriyeyî li Lubnanê hatin kuştin

Li gorî SOHR, di encama êrişên Îsraîlê yên li ser Lubnanê de 213 sûriyeyî hatine kuştin.

SOHR: 213 sûriyeyî li Lubnanê hatin kuştin
3 mijdar 2024   13:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku ji 21ˈê Îlona îsal ve, 213 penaberên sûriyeyî di encama êrişên Îsraîlê yên li ser Lubnanê de hatine kuştin.

Li gorî SOHR, ji hejmara kuştiyan 52 zarok û 37 jin hene.

(bb)