18 kes ji aliyê rejîma Îranê ve hatin binçavkirin

Rejîma Îranê mîna her carê ji bo tirsandina gel, dest bi pêla binçavkirin û girtina xwepêşanderan kiriye. Di vê çarçoveyê de 18 welatiyên Kurd û Îranî bêy fermana dadwer hatin binçavkirin.

18 kes ji aliyê rejîma Îranê ve hatin binçavkirin
31 kanûn, 2025   12:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Tora Mafên Mirov a Kurdistanê di derbarê zext û binçavkirinên rejîma Îranê yên li dijî xwepêşandanên seranserî ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê destpêkirine, agahiyan parve kir.

Li gor agahiyên rêxistinê parvekirine, di nava çend rojên borî de li bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê 18 welatiyên Kurd û Îranî ji aliyê hêzên wezareta Îtlaeta Îranê ve bêy fermana dadwer, ji ber sedemên cûda hatine binçavkirin û heta niha jî çarenûsa wan nediyare.

Li gor heman agahiyan li bajarê Kirmaşanê hêzên rejîmê bi gazên rondikrêj êrişî ser xwepêşanderan kiriye, herî  kêm 10 kes ku zarok jî di navê de hene, binçavkirine.

Hatiye gotin ku 4 xwendekarên Zanîngeha Tehranê yên bin avên Şahîn Şekohî, Manî Hêdî, Arif Hadî Nejad û Mubîn Umidyan hatine binçavkirin. Hat diyarkirin ku ti agahiyek li ser çarenûsa her çar xwendekaran nehatiye bidestxistin.

Li aliyê din hat ragihandin ku Rêvebirê Gruba Çiyagerên Arêz ya Sineyê Serok Qasimî ji aliyê hêzên Îtlaeta Îranê ve di mala wî de hatiye binçavkirin. Hat gotin di dema binçavkirinê de ti belgeyek dadwer nehatiye nîşandan û ew ji bo cihek nediyar birine. Hat diyarkirin ku sedema binçavkirina Serok Qasimî jiber tevlîbûna wî ya di kampanyaya Zagorsane ya çandina dar berûyan de bû.

Hatiye diyarkirin ku du endamên Gruba Çiyagerên Seqiz yên bi navên Hamid Nebatî û Mistefa Misrî jî ji aliyê hêzên Îtlaeta Îranê ve li bajarê Seqizê bêy fermana dadwer hatine binçavkirin û çarenûsa wan nediyare.

Her wiha hatiye diyarkirin ku welatiyek din yê Kurd yê bi navê Eta Muradî xelkê bajarê Merîwanê bêy fermana dadwer ji aliyê hêzên Îtlaetê ve hatiye binçavkrin û çarenûsa wî jî nediyare.