18 hezar û 546 kes ji Lubnanê gihaştin herêmê
Hejmara kesên ku ji Lubnanê hatine herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derket 18 hezar û 546’î. Di nava wan de 58 lubnanî hene.
Maseya krîzê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a têkildarî kar û barên kesên ji Lubnanê tên herêmê, ragihand ku heta niha 18 hezar û 546 kes gihaştine herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.
Kesên ji Lubnanê tên an di malên xwe de yan jî li gel xizmên xwe bi cih dibin. Kesên mal û xizmên wan li herêmê tune bin jî Rêveberiya Xweser ji wan re navendan dabîn dike.
Nûnertiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Lubnanê û Weqfa Çandî û Civakî ya Newroz bi sûriyeyiyên ji herêmên Bakur û Rojhilatê herêmê ku dixwazin vegerin re, mijûl didin.
(şx)