Balafirên Rûsyayê Idlib, Hema û Laziqiyê bombebaran kirin

Balafirên şer ên Rûsyayê gelek caran herêmên gundewarên Hema, Idlib û Laziqiyê bombebaran kirin.

Balafirên Rûsyayê Idlib, Hema û Laziqiyê bombebaran kirin
13 cotmeh 2023   11:36

Beriya çend kêliyan de balafirên şer ên Rûsyayê bajarokê Enkawî yê li herêmêa Sehil El Xab ê li bakur-rojavayê Hemayê, derdora gundê Şêx Sindiyan ê li rojavayê Idlibê û derdora bajarokê Bara yê li herêma çiyayê Zawiyê li başûrê Idlibê bombebaran kirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku hemwextî wî Kebîne yê li çiyayê Ekrad ê li bakurê Laziqiyê hate bombebarankirin, lê tu agahiyên li ser kuştî û birîndaran bi dest neketin.

Balafirên Rûsyayê tevî topbaranên hikumeta Şamê êrişên xwe ji 5 Cotmehê ve 41 nuqte hedef girtin.

(fr)