Reîsî û Bin Selman şerê Filistîn-Îsraîlê gotûbêj kir

Serokê Îranê Îbrahîm Reîsî û Mîrzayê Erebistana Siûdiyê Mihemed Bin Selman bi rêya telefonê axivîn û şerê Filistîn-Îsraîlê gotûbêj kir.

Reîsî û Bin Selman şerê Filistîn-Îsraîlê gotûbêj kir
12 cotmeh, 2023   07:06

Ji dema vegera têkiliyên Tehran-Îranê ya bi navbeynkariya Çînê (Adar 2023) ve, ev peywendiya yekemîn a telefonê ya her du serokan e.

Li gorî medyaya fermî ya Îranê, Reîsî û Bin Selman “girîngiya bidawîkirina sûcên şer ên dijî Filistînê” nîqaş kiriye.

Ajansa Nûçeyan a Erebistana Siûdiyê bal kişand ser peywendiyên Siûdiyê yên bi aliyên herêmî û navneteweyî re yên ji bo rawestandina şer.

Li gorî ajansê, Mîrzayê Siûdiyê teqez kiriye ku ew hedefgirtina sivîlan bi tu rengan qebûl nakin û gotiye divê qanûna mirovî ya navneteweyî di ber çavan re bê girtin.

Bin Selman anî ziman ku helwesta wan a piştgiriya doza Filistînê û hewldanên pêkanîna aştiyê naguhere.

(c)