Di çalakiyên  Meclisa Leşkerî ya Til Temirê de 10 dagirker hatin kuştin

Di çalakiyên bersivdayînê yên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê de, 10 dagirker hatin kuştin û 4 dagirker jî birîndar bûn.

Di çalakiyên  Meclisa Leşkerî ya Til Temirê de 10 dagirker hatin kuştin
22 îlon, 2023   15:07

Meclisa Leşkerî ya Til Temirê rêzeçalakiyên bersivdayînê li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dar xistin. Têkildarî çalakiyan daxuyaniyek li ser malpera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) hat weşandin.

 Daxuyanî wiha ye:

′′Êrişên artêşa Tirk a dagirker û komên çete li hember heremên me berdewam dikin. Di van êrişan de bi taybetî gelê me yê heremê tên hedef girtin. Li hember van êrişan di nav meha Îlonê de ji aliyê hêzên me ve çalakiyên bersivdayinê hatin lidar xistin. Di vê çarçoveyê de;

Di roja 4′ê Îlonê de, li bakur rojavayê Til Temirê, li gundê Ezîzîye, li hember çeperek çeteyên dagirker çalakiyek hat lidar xistin. Di encama vê çalakiyê de 3 çete hatin kuştin.

Di roja 7′ê Îlonê de, li bakurê Til Temirê, nêzî baregeha Mennax ya artêşa Tirk a dagirker, panzerek hat hedef girtin. Di encama vê çalakiyê de 3 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bû.

Di roja 10′ê Îlonê de, li bakur rojavayê Til Temirê, li gundê Davudiye, li hember noxteyek çeteyên dagirker çalakiyên hat lidar xistin. Di encam de 2 çete hatin kuştin 2 çete jî birîndar bûn.

Di roja 14′ê Îlonê de, li bakurê Til Temirê, li gundê Rihaniye, li hember çeteyên dagirker çalakiyek hat lidar xistin. Di encama vê çalakiyê de 2 çete hatin kuştin û çeteyek jî birîndar bû.

Di roja 19′ê Îlonê de, li nêzî gundê Qasimiyê ya girêdayî Til Temirê, li hember noqteyek çeteyan çalakiyek hat lidar xistin. Encama vê çalakiyê nehat zelal kirin."

Di van çalakiyan da bi giştî; 3 leşker û 7 çete hatin kuştin, leşkerek û 3 çete jî birîndar bû.′′

(bb)

<iframe width="743" height="418" src="https://www.youtube.com/embed/bbHe5h-1U1c" title="في سلسلة عمليّات لقوّاتنا.. مقتل 3 جنود للاحتلال التُّركيّ و7 مرتزقة" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>