Jina 91 salî banga azadiya Rêber Abdullah Ocalan dike

Sadîqeya 91 salî got temen tenê hejmar e û li pêşiya wê nabe astengî ku li ser şopa kurê xwe yê di girtîgehên Tirkiyeyê de ji 30 salan ve li ber xwe dide,  dakeve qadan û li dijî xiyaneta PDK`ê û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bang bike.

Jina 91 salî banga azadiya Rêber Abdullah Ocalan dike
20 îlon, 2023   23:39

Sedîqe Reşo (91) bi dilgermiyeke mezin di xwepêşandana şêniyên Helebê ya ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Rêveberiya Xweser, Şengal û Herêmên Parastinê yên Medyayê, her wiha hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê de, beşdar bû û wêneya Rêber Abdullah Ocalan hilda.

Sedîqe ji ajansa me re destnîşan kir ku temen li pêşiya wê nabe astengî û got: "Dema ez di xwepêşandan û meşên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de beşdar dibim ez hest dikim ku 14 salî me."

Sedîqe Reşo di Kombûna Dayikên Aştiyê de cih digire û destnîşan kir ku wê xebata xwe ji 40 salan ve di nav Tevgera Azadiya Kurdistanê de dest pê kiriye.

Sedîqe got: "Kurê min Selîm Mehmûd gerîla ye û ji nêzî 30 salan ve di zîndanên dewleta Tirk a dagirker de  li ber xwe dide. Ez berxwedana wî û tevahî girtiyên azadiyê di serî de Rêber Abdullah Ocalan silav dikim."

Sedîqe destnîşan kir ku ew ê tu carî kiryar û sûcên dewleta Tirk a dagirker ji bîr neke û wiha domand: "Ji bo yekkirina 4 parçeyên Kurdistanê divê asta têkoşînê bê bilindkirin û xayîn ji rêya pîroz a têkoşînê bên dûrxistin."

Sedîqe hêvî kir ku ew azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bibîne û ji bo wê ev xewna wê pêk were soza domandina têkoşînê û beşdariya di çalakiyên aştiyane de, da.

(mh)

ANHA