Li çargoşeya ewlehiyê di nava komên Şamê de nakokî

Li çargoşeya ewlehiyê ya li Hesekê ku tê de hêzên hikumeta Şamê hene, nakokiyên ewlehiyê. Li kêlek wê jî agahiyên li ser parçebûna di navbera çeteyên Dîfa El Wetenî de hatin belavkirin.

Li çargoşeya ewlehiyê di nava komên Şamê de nakokî
14 îlon, 2023   09:47
HESEKÊ

Li gorî agahiyên çavkaniyên taybet ji  nûçegihanê me yên li Hesekê re aşkera kirine, di navbera çeteyên Dîfa El Wetenî de parçebûn heye. Leşkerên hêzên hikumeta Şamê jî 4 nuqteyên Dîfa El Wetenî û navendeke ′Hêzên Hecanê′ kontrol kirin.

Çavkaniyan diyar kir ku ji 2 rojan ve li herêma çargoşeya ewlehiyê rewşeke awarte heye û agahî hene ku di nava çeteyên Dîfa El Wetenî de parçebûn çêbûye û mala fermandarekî wan bi navê Ebdulqadir Hemo hatiye dorpêçkirin.

Li gorî çavkaniyan, Ebdulqadir Hemo saet 03.00′an şeva berê stêrek di bin erdê teqand da ku dorpêça li ser mala xwe bi dawî bike. Lê dorpêç û nakokî hîna dewam dike.

(fr)

ANHA