Rêveberiya Xweser: Armanca me ya pêşîn piştgiriya Dêrazorê ye

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku ji bo sererastkirina saziyên Dêrazorê yên ku bi zerar bûne û pêşxistina tevahî qadan dê asta xebatên xwe xurtir bike.

Rêveberiya Xweser: Armanca me ya pêşîn piştgiriya Dêrazorê ye
Rêveberiya Xweser: Armanca me ya pêşîn piştgiriya Dêrazorê ye
Rêveberiya Xweser: Armanca me ya pêşîn piştgiriya Dêrazorê ye
Rêveberiya Xweser: Armanca me ya pêşîn piştgiriya Dêrazorê ye
14 îlon, 2023   07:53
DÊRAZOR

Şandeyeke Rêveberiya Xweser serdana Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Dêrazorê kir.  Piştî bûyerên ku ji 27′ê Tebaxê ve rû dane, ev serdana yekemîn a fermî ya Rêveberiya Xweser ji bo Dêrazorê ye.

Şande ji hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bêrîvan Xalid û Hisên Osman, cîgirên hevserokatiya Meclisa Rêveber Emîne Osê û Hemdan El Ebid û hevseroka Nivîsgeha Parastinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Beyan El Elî pêk hat.

Li gorî malpera fermî ya Rêveberiya Xweser, armanc ji vê serdanê tesbîtkirina zirarên bûne da ku werin sererastkirin .

Di serdanê de geşdanên dawîn û rewşa rêxistinî ya li herêmê jî hatin nîqaşkirin.

Hevserokatiya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Dêrazorê rewşa heyî ya bajêr nirxand û xwestekên ku divê werin bicihanîn, parvekirin. Hevserokatiya Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê xwest rewşa xizmetguzariyê were paşkirin, desteka darayî were pêşkêşkirin, sotemenî were peydakirin, rewşa xizmetguzarî were paşkirin, saziyên ku bi zerar bûne, werin sererastkirin, qada tenduristî û perwerde û çandî werin pêşxistin.

Şandeyê diyar kir ku ew ê piştigriyê bidin da ku ji nû ve zirarên çêbûne  werin sererastkirin.

Beşdarên civînê got, daxwaz û pêşniyarên  Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê kirine, dê armancên pêşîn ên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bin.

(fr)

ANHA