ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09-09-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09-09-2023
8 îlon 2023   23:00

Serokê Partiya Aştiya Demuqrat Telal Mihemed û hevserokê Partiya Kesk a Demokratîk Luqman Ehmê gotin, gotineke Rêber Abdullah Ocalan dikare pirsgirêkên Rojhilata Navîn û Kurdistanê çareser bike. Her wiha diyar kir ku divê doza Rêber Abdullah Ocalan bibe armanca pêşîn a partiyên siyasî yên Kurd. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê got, çeteyên Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) bi navê êşîra êrişî Minbicê dikin û diyar kir ku dewleta Tirk û çeteyên wê bi êrişan hewl didin têkçûna planên xwe li Dêrazorê veşêrin. (BI WÊNE).

Jinên ji Reqayê diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker îsrara gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdetir dike û got: "Em ê heta dawiyê li qadan bin û em dê her buhusteke xaka xwe rizgar bikin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

Rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştgirî da xwepêşandanên şêniyên Siwêdayê yên bi pêşengiya jinan û ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê banga hevgirtinê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku ew li dijî êriş û hewldanên derxistina fitneyan yek in û got: "Em bi hêz û rêveberiya xwe ya xweser bawer in." (BI WÊNE Û DÎMEN).

Sînemager Yilmaz Gunay ji ber ku Kurd e gelek ji aliyê desthilata Tirk ve hat girtin û ji paş dîwarên zîndanê bi rêya sînemayê zilma li ser gelê xwe vegot. (BI WÊNE).

Xwendekarên qonaxên seretayî, navîn û amadehî amadekariyên pêşwazîkirina sala nû ya perwerdeyê dikin. Buhayê pêdiviyên xwendekaran ji bo dibistanan ji sala borî zêdetir bûye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Li Zanîngeha Rojava 2 fakulte û hin beş, li Zanîngeha El Şerq jî fakulteyek bi sala nû ya xwendinê re zêde bûn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Meclisa Jinan a Sûriyeyê panelekê li ser rola jinan di avakirina biryaran de li hola Star Lit a herêma Şiqêf a Helebê li dar dixe, saet 11:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA