Pêkhateyên Minbicê: Bi hevgirtinê em komployan têk bibin

Pêkhateyên Minbicê diyar kir ku ew ê bi hevgirtinê û yekitiya xwe hemû planên li dijî herêmê têk bibin, her wiha soz da ku ew ê li dijî hemû êrişên dagirkieriyê û hewldanên derxistina fitneyan têkoşînê bilind bikin.

Pêkhateyên Minbicê: Bi hevgirtinê em komployan têk bibin
6 îlon, 2023   01:39
MINBIC

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên li dijî herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çekên giran, tank û topan zêde kirin û gundên tê de şênî hene hedef girtin, di encamê de welatî şehîd û birîndar bûn û mal wêran bûn.

′EM Ê LI HEMBER TERORA TIRKIYEYÊ BIBIN MERTAL′

Pêkhateyên Minbicê êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî herêmê şermezar kirin û got ew yekdest in û dê heta dawiyê parastina herêmê bikin.

Welatiya bi navê Îlham Îsa ya ji pêkhateya Ereb li ser mijarê wiha got: "Em pêkhateyên Minbicê bi hev re li ser rêgeza biratiya gelan dijîn, lê dewleta Tirk a terorîst her pêkhateyekê hedef digire, kîn û nefretê di nav wan de belav dike ku xaka me dagir dike. Ev tişt pêk nayê ji ber ku em hevgirtî ne.  Em ê têkoşînê bilind bikin ku bi ewle û aştî bijîn û dê li hember terorê bibin mertal."

′BI HEVGIRTINÊ EM Ê DAGIRKERIYÊ TÊK BIBIN′

Li aliyekî din jî welatiya bi navê Fatme Mensûr a ji pêkhateya Ereb wiha got: "Em Ereb, Kurd, Çeçen û Tirkmen bira ne û bi hev re dijîn. Gelo çima şerê çeteyên DAIŞ′ê nakin, hûn li ku bûn, dema DAIŞ′ê jin tecawîz dikirin û welatî serjê dikirin? Gelo dema herêmên me bi ewle bûn, hûn şerê me dikin û me qetil dikin?"

Fatme wiha domand: "Em êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser xaka me qebûl nakin û em yekdest in. Em li ser rêgeza biratiya gelan û jiyana hevbeş dijîn û em ê heta dilopa xwînê ya dawî şer bikin û li hember terorê li ber xwe bidin û têk bibin."

Her wiha welatiyê bi navê Şêxo Mihemed ê ji pêkhateya Kurd wiha got: "Êriş û şerên îro pêk tên, fitneyeke dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ye. Armanca jê jî herêmên me dagir bikin û siyasetên xwe li herêmên dagirkirî ferz bikin."

Mihemed wiha domand: "Dewleta Tirk a dagirker ji bo derxistina fitneyan di nava pêkhateyan de çeteyan bi kar tîne. Hemû planên wê dizanin, ji lew re ew nikare me ji hev cuda bike. Em dilek in û em ê li dijî dijmin xaka xwe biparêzin."

′DAGIRKER NIKARE ME JI HEV BIKE′

Welatiya bi navê Xenîm El Taha ya ji pêkhateya Tirkmen jî wiha got: "Em hevgirtî ne û em nahêlin tu kes me ji hev bike, proje û jiyana me têk bibe."

Xenîm diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji bo dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê fitneyan di nava pêkhateyan de derdixin û wiha pê de çû: "Ew derfetê nadin wan ku derbeyê li hevgirtina biratiya pêkhateyan bidin."

′EM Ê LI HEMBER PLANÊN MÊTINGERIYÊ BIBIN MERTAL′

Li aliyekî din jî welatiya bi navê Sara Amir a ji pêkhateya Çeçen wiha got: "Em gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bira ne û em ê li hember van planên mêtingeriyê ku dikevin xizmetî berjewendiyên dewlet û ajandeyên derve yekdest bin, li kêlek hêzên xwe bisekinin û nehêlin fitneyan derxistin."

(fr)

ANHA