QSD`ê çeteyekî DAIŞ`ê li gundewarê Hesekê girt

QSD`ê li bajarokê El Deşîşe yê navçeya Şedadê çeteyekî DAIŞ`ê girt ku pê re çek, amûrên leşkerî hebûn. Hêzê destnîşan kir ku ev çete, di qaçaxiyê de kar dike û ji çeteyên DAIŞ`ê re çek peyda dike.

QSD`ê çeteyekî DAIŞ`ê li gundewarê Hesekê girt
2 îlon, 2023   15:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku hêzê di operasyonekê de bi hevkariya Hêzên Koalîsyona Navneteweyî û Saziya Têkoşîna li Dijî Terorê ya Başûrê Kurdistanê (CTG), çeteyekî li bajarokê El Deşîşe yê navçeya Şedadê ya başûrê Hesekê girtiye.

Her wiha navendê aşkera kir ku bi çete re, çek û amûrên leşkerî hatine desteserkirin.

Navendê agahiyên berfireh ên operasyonê parve kirin û got: “Di çarçoveya operasyona `Xurtkirina Ewlehiyê` de, YAT`ê bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî û Saziya Têkoşîna li dijî Terorê ya Başûrê Kurdistanê (CTG), duh operasyonek li dar xist. Di wê operasyonê de, çeteyekî şaneyên DAIŞ`ê li bajarokê Deşîşe yê navçeya Şedadê hate girtin.

Operasyon bi desteka hewayî ya Hêzên Koalîsyona Navneteweyî li dar ket. Di wê operasyonê de, hêzên me cihê çete xwe lê veşartiye, dorpêç kir û ew girt.

Çeteyê hatî girtin, di qaçaxiyê de û peydakirina çek ji DAIŞ`ê re çalak bû.

Di operasyonê de gelek çek û amûrên leşkerî hatin desteserkirin ku wiha ne:

1 Klaşînkov

5 Carûrên klaşînkov

2 telefonên berîkan

3 bombeyên destan

Em destnîşan dikin ku xebat û operasyonên me li dijî rêxistina terorîst û heta pêkanîna ewlehiyê li herêmê berdewam in.”

(şx)