`Divê xelkê Dêrazorê guh nede fesadan`

Rûspiyên Reqa û Tebqayê destnîşan kirin ku piştgiriya QSD`ê dikin. Di heman demê de rola wê di rizgarkirina herêmê ji çeteyên DAIŞ`ê silav kir û bang li rûspiyên Dêrazorê kir ku dû nedin fitneya li dijî yekitiya pêkhateyên herêmê.

`Divê xelkê Dêrazorê guh nede fesadan`
2 îlon, 2023   14:40
DÊRAZOR

Rûspiyên Reqayê li çerxerêya El Idîxar a rojavayê bajêr kom bûn û daxuyaniyekê da.

Rûspiyê êla El Mûsa El Zahir Ayid El Hadî daxuyanî xwend û diyar kir ku rûspiyên Reqayê bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi hêzên wê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) serbilind in û wiha domand: “QSD`ê zarokên êlên me ne. şerê gendeliyê, bazirganiya narkotîkê, tunekirina DAIŞ`ê û têkbirina planên derve dike.”

El Hadî destnîşan kir ku piştî serkeftina Rêveberiya Xweser li hember terorê, hin dewlet dixwazin îstiqrara li herêmê têk bibin û ev li gotinên xwe zêde kir: “JI ber wê milîsên Îranê, hêzên derve û hundir, li Dêrazorê dest bi derxistina fitneyê kir. Jê armanc dikin ku projeya me ya demokratîk têk bibin. Lê hêzên me QSD`ê li hember wan planên bû bendeke asê.”

Di dawiyê de El Hadî bang li rûspiyan kir ku dû nedin fitneyê. Her wiha bang li QSD`ê kir ku erkên xwe bîne cih û destkeftiyên şehîdan û aştiya navxweyî biparêze.

Di heman çarçoveyê de, rûspiyên Tebqayê li pêşiya avahiya Meclisa Rûsiyan a Tebqyê daxuyaniyek da.

Rûspiyê êla El Cibis Mihemed El Etiye daxuyanî xwend û piştgiriya QSD`ê kir. Her wiha bang li rûspiyên êlên Dêrazorê kir ku guh nede çapemeniya dijberî gelên herêmê û bi aqilane û bi rêbazên aştiyane tev bigerin.

(şx)

ANHA