Şêniyên Minbicê: Tenê li ber fedakariyên şehîdan em çok datînin

Şêniyên Minbicê cenazeyê şervanê Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Yehya El Ebûd li goristana şehîdan oxir kir. Meclisê li heman goristanê ji bo şehîd Ehmed Aryan ku şervanekî HPG`ê bû, merasîma xiyabî li dar xist.

Şêniyên Minbicê: Tenê li ber fedakariyên şehîdan em çok datînin
Şêniyên Minbicê: Tenê li ber fedakariyên şehîdan em çok datînin
Şêniyên Minbicê: Tenê li ber fedakariyên şehîdan em çok datînin
Şêniyên Minbicê: Tenê li ber fedakariyên şehîdan em çok datînin
Şêniyên Minbicê: Tenê li ber fedakariyên şehîdan em çok datînin
Şêniyên Minbicê: Tenê li ber fedakariyên şehîdan em çok datînin
Şêniyên Minbicê: Tenê li ber fedakariyên şehîdan em çok datînin
Şêniyên Minbicê: Tenê li ber fedakariyên şehîdan em çok datînin
19 tebax, 2023   19:21
MINBIC

Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, xet û meclistên sivîl, partî, rêxistinên civaka sivîl, Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, komîteyên wê, Meclisa Leşkerî ya Minbicê û Meclisa Leşkerî ya Jinan li goristana şehîdên Minbicê tev li merasîma her du şehîdan bûn.

Di merasîmê de endamê rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan Mehmûd El Îdo axivî û got şehadeta pileya herî bilind e ku mirov di oxira parastina gel û welatê de dikare bigihêjê.

Şêwirmendê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk Şiyar Mihemed wiha anî ziman: “Dijminên projeya neteweya demokratîk, wê her tiştî bikin, gelê herêmê bikuje, sûcên din li dijî wî pêk bîn. Şehîd û fikrên wan di bîra me de zindî ne. Tu hêz nikare me paşde vegerîne. Yên dixwazin em çok deynin, ji wan re dibêjin, em tenê li ber şehîd û şervanan çok datînin.”

Şiyar Mihemed soz da ku çekê şehîdan li erdê nehêlin û heta pêkanîna serkeftinê têkoşîna wan berdewam bikin.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Elî axivî û soz da malbatên şehîdan û gelê herêmê ku rêya şehîdan berdewam bikin û axa ji bo wê şehîd bûne, biparêzin.

Di dawiyê de wesîqeyên şehadeta her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatan hatin kirin. Cenazeyê şehîd Yehya El Ebûd li goristanê hate veşartin.

(şx)

ANHA