​​​​​​​Şehîdên fermana 3'yê Tebaxê bi merasîmekê hatin bibîranîn

Hêzên parastinê yên Şengalê (YBŞ, YJŞ û Asayîşa Êzidxanê) ji bo bîranîna şehîdên fermana 3`yê Tebaxê merasîmeke leşkerî li dar xist.

​​​​​​​Şehîdên fermana 3'yê Tebaxê bi merasîmekê hatin bibîranîn
3 tebax, 2023   08:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi wesîleya salvegera 9'emîn a fermana 3’yê Tebaxa 2014’an, şervanên YBŞ, YJŞ û Asayîşa Êzidxanê li Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan merasîmek li dar xist.

Di merasîmê de li ser navê fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) Kûrtay Şengalî axivî. Şengalî di şexsê cangoriyên Şengalê de hemû şehîdên fermanê bibîr anîn. Her wiha qala wateya meha Tebaxê ji bo civaka Êzidî kir û got: “Meha Tebaxê ji bo me civaka Êzidî mehek reş e. Ji ber ku dijmin û dagirkeran di vê mehê de xwestin gelê me qir bikin û fermanên dijwar li ser gele me de anîne.

Kûrtay Şengalî di dewama axaftina xwe de got: ''Di 3’yê Tebaxê de wekî ku her kesekî, her dewletekî çavê xwe ji qirkirina gelê me re girt, fermanên dijwar û hovane li ser gele me de anîn. Bi hezaran dayik, jin, kal û mêr qetil kirin, bê ku wijdanê yekî bişewite yan jî çavên wan hêstir bike, tu kesî li vî gelî mêze nekir. Yên ku ev ferman dîtin û xwe feda kirin, şervanên Rêber Apo bûn. Rihê Rêber Apo ev gel parast. Fermandarên weke hevalê Berxwedan, hevalê Egîd, hevalê Seîd, hevalê Hemîd û hevalê Zerdeşt, ev gel ji fermanan parastin. Her çiqas bixwazin fermanên mezin bînin serê me, lê her tim we qehreman û fermandarên mezin li pêş wan hebin ku li hember wan bisekinin. Ev fermanên ku li ser me hatin sedema wan kî bûn, sedema wan, ew kesên ku xiyanet kirin, li berjewendiyên xwe mêze kirin û li pey berjewendiyên xwe yên şexsî reviyan. Wan kesan gelê me firotin. Ji bo vê yekê jî divê em dost û dijminê xwe baş nas bikin.

Şengalî axaftina xwe wiha domand; “Yên ku ev gef û xeterî dîtin, Tevgera Azadiya Gelê Kurd bû û li ser wî esasî mudaxeleya ve rewşê hate kirin. Em hemû ji fermanan parastin, zarokên me parastin. Ya ku me ser lingan bigire û bide sekinandin, fikir û felsefeya Rêber Apo ye. Ev şehîdên ku di oxira vê rêyê de canê xwe dane divê em bi van şehîdan xurt bibin. Me di vê oxirê de bi sedan şehîd dan, sedem û armancê ve hene. Em bi van şehîdan serbilind in, ji ber ku wan em ji qirkirina topyekûn parastine. Divê gelê me ji hêzên xwe bawer be. YBŞ’ê, YJŞ’ê û Asayişa Êzidxan bi xwîna gelê me û bi keda Rêber Apo hatine avakirin.

Fermandarê YBŞ’ê herwiha bal kişand ser Peymana Lozanê û got: ''Di Lozanê de çawa xwestin gelê me di qirkirinê re derbas bikin û erdnîgariya Kurdistanê dagir bikin, îro jî bi heman hişmendî û armancê ev konsept û komployên li dijî neteweya Kurd û Kurdistanê berdewam dikin. DAIŞ jî beşek ji komploya navneteweyî ye, lewra divê em vê rastiyê tu carî ji bîr nekin.

Fermandarê Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ), Kurtay Şengalî soza ku tola wan li erdê nahêlin û armanc û xeyalên azadiyê yên şehîdan bigihînin encamê.

Merasîm bi berzkirina dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’’ bi dawî bû.