Di salvegera fermanê de xweseriya Şengalê tê nîqaşkirin

Di salvegera 9’an a fermana 3’yê Tebaxa 2014’an a li dijî êzidiyên Şengalê de, li paytexta Iraq Bexdayê bi pêşengtiya civaka Êzidî konferanseke girîng tê lidarxistin.

Di salvegera fermanê de xweseriya Şengalê tê nîqaşkirin
Di salvegera fermanê de xweseriya Şengalê tê nîqaşkirin
Di salvegera fermanê de xweseriya Şengalê tê nîqaşkirin
3 tebax, 2023   08:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Konferansa li ser Rêveberiya Xweser a Şengalê li Otela Navneteweyî ya paytexta Iraq Bexdayê bi beşdarbûna nûnerên partî û rêxistin cuda, eşîrên Şengalê û xizmên qurbaniyên fermanê, tê lidarxistin.

Konferansa bi mijara ‘Xwerêveberî misogeriya pêkhateyên Iraqê ye’ bi pêşengiya civaka Êzidî pêk tê.

Li gorî nûçeya Rojnewsê, dê konferans heta êvarê dewam bike û dê li gel nirxandina fermanê, sedemên fermanê, girîngiya xwerêveberiyê ji bo Şengalê jî were nirxandin.

(c)