Rojnameyên erebî: Derxistina penaberên sûriyeyî ji Tirkiyeyê dijberî qanûnên navneteweyî ye

Derxistina penaberên Sûriyeyê yên li Tirkiyeyê, têkiliyên Rûsya-Tirkiyeyê, her wiha hişyarên têkildarî derketina şerekî navxweyî li Sûdanê mijarên îro yên rojnameyên erebî ne.

Rojnameyên erebî: Derxistina penaberên sûriyeyî ji Tirkiyeyê dijberî qanûnên navneteweyî ye
3 tebax, 2023   08:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Şerq El Ewsat di hejmara xwe ya îro de cih da mijara bicihkirina penaberên sûriyeyî yên li Tirkiyeyê bi darê zorê li herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî. Di nûçeya rojnameyê de hat diyarkirin ku di mijara derxistina penaberên sûriyeyî bi darê zorê ji aliyê dewleta Tirk ve gelek şaştî derketine û hat gotin: “Ev yek li dijî qanûna navneteweyî ye, ji ber ku şandina penaberan bi zorê ji cihekî ber bi ne cihê ku jê hatine ve, qedexe ye. Her wiha şandina penaberan ber bi cihekî ne ewle ve qedexe ye. Desthilata Tirkiyeyê ji hemû aliyên din baştir dizane ku piraniya kesên hatine derxistin ne ji wan cihên ku lê hatine veguhestin (bakurê rojavayê Sûriyê) in. Her wiha dizane ku ew herêm ne ewle ne. Şaştiya din jî ew e ku li gorî qanûnê pêk nayên. Ev yek bandorên neyînî hem li welatiyên Tirkiyeyê, hem jî li sûriyeyiyan dike.”

'ERDOGAN LI PÊŞBERÎ EZMÛNEKE NÛ YE'

Rojnameya El Quds El Erebî jî cih da têkiliyên Tirkiye-Rûsyayê. Di nûçeya rojnameyê de hat diyarkirin ku ev têkilî li pêşberî ceribandineke nû û girîng e. Li gorî rojnameyê, serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ji serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan xwestiye ku welatê wî ji bo hinardekirina dexlûdanên Moskovê bixebite û cezayên rojavayî yên li ser Rûsyayê bişikîne. Di nûçeyê de hat gotin ku Pûtîn hê jî bi îsrar vejandina peymana dexlûdanan red dike û ev yek jî welatên rojavayî bi hêrs dike.

HIŞYARIYÊN LI SER ŞERÊ NAVXWEYÎ YÊ SÛDANÊ

Rojnameya El Ereb jî der barê rewşa Sûdanê de nûçeyek weşand. Di nûçeyê de cih da nêrîna Hêzên Piştevaniya Lezgîn a “Artêşa Sûdanê bi rêya biçekkirina hin qebîleyên li rojhilatê welêt hewl dide şerekî navxweyî yê nû derîne. Bi vî rengî piştgiriyê bide artêşê ku zirarek mezin dîtiye. Têkçûna artêşê tê wateya windabûna xeyalên wê yê bidestxistina desthilatê.”

(bb/c)