Çeteyên DAIŞ`ê yek ji şivanên ku revandibûn qetil kir

Ji 3 şivanên ku duh li gundewarê Dêrazorê ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hatibûn revandin, yek kuştî hat dîtin. Çarenûsa her şivanên din jî hîna nayê zanîn.

Çeteyên DAIŞ`ê yek ji şivanên ku revandibûn qetil kir
30 tîrmeh, 2023   07:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Şaneyên veşartî yên DAIŞ′ê duh li gundewarê Dêraozrê 3 şivan revandibûn û 400 seriyên pezên wan dizîbûn. Cenazeyê şivanekî ji wan li bajarokê Medan ê gundewarê Dêrazorê hat dîtin. Çarenûsa her du şivanên din jî nayê zanîn.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku der barê revandina 3 şivanan û dizîna 400 seriyên pez li derdora Medan Etîq a gundewarê Dêrazorê agahiyên nû bi dest xistine.

Li gorî SOHR`ê, çeteyan beriya ku êriş bikin herêm kontrol kirine. Piştre bi çekên giran êriş kirine, traktora ku şivanan bi kar dianî şewitandiye, her 3 şivan revandine û birine cihekî nediyar (çend kîlometreyan dûrî cihê ku lê hatine revandine). Ji kesên hatine revandin 2 xwediyên pez in, yek jî karker e.

Li gorî daneyên SOHR′ê, ji destpêka îsal de li çolistana Sûriyeyê 361 kes hatine kuştin.

(fr/c)