TAJÊ: Ji bo ferman dubare nebin em ê rêxistina xwe xurttir bikin

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî bi boneya salvegera 9'emîn a fermana 3'yê Tebaxa 2014'an daxuyanî da û got, ji bo ferman dubare nebin ew ê rêxistina xwe xurttir bikin, têkoşîna xwe geş bikin, ji bo mîsogerkirina mafên xwe bixebitin.

TAJÊ: Ji bo ferman dubare nebin em ê rêxistina xwe xurttir bikin
14 tîrmeh, 2023   16:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi boneya 9’emîn salvegera Komkujiya Şengalê li ber avahiya Meclîsa Jinan a Sinûnê daxuyanî da.

Daxuyanî ji aliyê endama Koordînasyona TAJÊ Rîham Hico ve hat xwendin. Rîham Hico, şehîdên fermanê, şehîdên berxwedana Şengalê û parastina rûmetê bi bîr anîn û got: “Em bejna xwe li ber bibîranînên wan ditewînin.  Em roj bi roj ber bi roja reş, roja 3’yê Tebaxê ve diçin. Wê rojê li ber çavên cîhanê civaka me bi awayeke hovane hat qetilkirin. Di vê êrişa DAIŞ’ê de, hêzên ku qaşo parastina Şengalê dikir, Şengal bêparastin hişt. Dema DAIŞ bi ser civaka me de hat, nêzî 12 hezar pêşmerge li Şengalê bûn. Digotin ku heta ji wan hebe wê me biparêzin. Bi çekên xwe yên giran di nava kolan û gundên Şengalê de digeriyan. Lê gava DAIŞ’ê êriş kir, yek gule neteqand û gel di nava dest û lepên DAIŞ’ê de hişt.

Encama xiyaneta ku PDK’ê li Şengalê kir, 6417 zarok û jin ketin destê DAIŞ’ê, her wiha 5000 kes hatin kuştin, 80 gorên komî hatin çêkirin. Heta niha hîn jî piraniya hestiyên miriyên me di gorên komî de ye. Hemû qub û goristanên me xera kirin. Dest dirêjê jinên Êzidî kirin û ew li bazaran firotin. Hîn çarenûsa bi hezara jinên Êzidî ne diyar e. Bi deh hezaran Şengalî koçber in, mal û milkê me hatiye talankirin.”

Rîham Hico bal kişand bi ser fermanê û wiha pê de çû: “Fermana ku li me rabû, ne fermaneke ji rêzê bû, fermana tunekirina ol û nasnameyekê bû. DAIŞ’ê, qedandina Êzidiyan û Êzidîtiyê dabû ber xwe. Di şexsê jinên Êzidî de baweriya Êzidiyan û Êzidî ji xwe re kirin armanc. Lewma ew ferman ji bîr nabe. Jibîrkirina vê fermanê xiyaneta li Êzidîtiyê ye. Xiyaneta herî mezin ew e ku mirov çavên xwe ji yên bûne sedema fermanê re bigire. Em ê daxwaza mafê xwe bi rastî bikin. Ji ber ku xeterî hem li ser me Êzidiyan hem jî li ser neteweyên kêm ên din berdewam e; ji bo girtina ber li fermanan, divê em jin li her derê li hev û din bibin xwedî. Rastiyan bibînin û tu carê baweriyê bi hêzên serdest û hegemon neynin. Rastiya hêzên hegemon 3’yê Tebaxê derket holê. Ji bo berjewendî û desthilatiya xwe em kirin qurban. Çand û baweriya me rû bi rûyê qirkirinê hiştin. Li ser vê esasî, em jinên Êzidî tu car weke berê vîn, hebûn, rêvebirin û parastina xwe teslîmê tu kesî nakin.''

Rîham Hico diyar kir ku ji bo ferman dubare nebin ew ê rêxistina xwe xurttir bikin, têkoşîna xwe geş bikin, ji bo mîsogerkirina mafên xwe bixebitin. Rîham Hico, bi domdarî wiha got: “ Li ser vê bingehê, KJK’ê dest bi pêngava parastina jinên şengalî û efganî kiriye. Em vê pêngava ku bi dirûşmeya ‘Li dijî êrişên hegemonyaya mêran, em jinên şengalî û efganî bi tenê nehêlin’ watedar dibînin.

Li ser vî bingehê ji bo parastina xwe çi bê xwestin, em ê pêk bînin, em ê bi dirûşma ‘Jin, jiyan azadî’ bi têkoşîna jinan tola 74 fermanan hilînin û bi vî ruhî li qadan bin. Heman feraseta Êzidî rû bi rûyê komkujiyê hiştin, li Efganistanê bi heman ferasetê rabû. Li Şengalê dengê xwe ji DAIŞ’ê re nekir û çavên xwe ji komkujiyê re girt; li wir jî rê da Telîbanê ku bibe desthilatdar. Feraseta Telîbanê bi ya DAIŞ’ê re heman e. Bi wê bîr û dozê desthilata xwe bi rê ve dibin. Nahêlin jin ji mala xwe derbikevin. Gelek zext li jinan tê kirin.  Em bi têkoşîna li her dera cîhanê re bibin piştgir. Bi rêxistin û yekitiya jinan û pişgiriya bi hev re, em ê bi ser bikevin.''

Daxuyanî bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.