Meclisa Jinan bi lidarxistina semînerekê têkildarî tundiya malbatî dest bi hemleya xwe kir

Meclisa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê dest bi hemleya xwe kir û di wê çarçoveyê de semînerek têkildarî tundiya malbatî li dar xist.

Meclisa Jinan bi lidarxistina semînerekê têkildarî tundiya malbatî dest bi hemleya xwe kir
Meclisa Jinan bi lidarxistina semînerekê têkildarî tundiya malbatî dest bi hemleya xwe kir
Meclisa Jinan bi lidarxistina semînerekê têkildarî tundiya malbatî dest bi hemleya xwe kir
Meclisa Jinan bi lidarxistina semînerekê têkildarî tundiya malbatî dest bi hemleya xwe kir
Meclisa Jinan bi lidarxistina semînerekê têkildarî tundiya malbatî dest bi hemleya xwe kir
13 tîrmeh, 2023   13:58
DÊRAZOR

Semîner li bajarokê El Kesra yê rojavayê Dêrazorê li dar ket. Endamên Meclisa Herêma Rojava, Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê tev lê bûn. Di semînerê, de berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Muna El Hemadî axivî û behsa sedemên tundiyê, cureyên wê û encamên wê kir.

Cîgira Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya Dêrazorê Huda El Xalidî têkildarî metirsiyên tundiya malbatî û bandorên wê li ser jiyana malbat û zarokan axivî.

Di dawiya semînerê de beşdaran li hev kir ku pêwîst ji vê cureya tundiyê xilas bibin, ji bo wê, bernameyên perwerdeyê ji bo malbatên tundkarî, yên ji tundiyê zirar li wan bûne perwerde bikin û tev li civakê bikin, her wiha şêwiriya derûnî bidin wan kesên bi tundiyê re rû bi rû ne û baweriya wan bi xwe xurttir bikin.

Her wiha bi hevkariya komîteyên cuda yên Rêveberiya Xweser lidarxistina panelan zêdetir bikin. Girîngî bidin rola jinan li herêmê û bi koordîneya wan bi komîteyên jinan re jinan perwerde bikin, broşûrên têkildarî hişyariyê li hember tundiya malbatî û jinan, belav bikin.

(şx)

ANHA