Ji bo bîranîna berxwedana 14`ê Tîrmehê gelek civîn li kantona Hesekê li dar ketin

Li Hesekê li ser dîroka berxwedana di girtîgehên Tirkiyeyê de, şehîdên berxwedana 14`ê Tîrmehê gelek civîn li dar ketin.

Ji bo bîranîna berxwedana 14`ê Tîrmehê gelek civîn li kantona Hesekê li dar ketin
Ji bo bîranîna berxwedana 14`ê Tîrmehê gelek civîn li kantona Hesekê li dar ketin
Ji bo bîranîna berxwedana 14`ê Tîrmehê gelek civîn li kantona Hesekê li dar ketin
Ji bo bîranîna berxwedana 14`ê Tîrmehê gelek civîn li kantona Hesekê li dar ketin
Ji bo bîranîna berxwedana 14`ê Tîrmehê gelek civîn li kantona Hesekê li dar ketin
Ji bo bîranîna berxwedana 14`ê Tîrmehê gelek civîn li kantona Hesekê li dar ketin
Ji bo bîranîna berxwedana 14`ê Tîrmehê gelek civîn li kantona Hesekê li dar ketin
Ji bo bîranîna berxwedana 14`ê Tîrmehê gelek civîn li kantona Hesekê li dar ketin
13 tîrmeh, 2023   14:22
HESEKÊ

Li bajarên kantona Hesekê; Hesekê, Til Temir û Şedadê ji bo bîranîna berxwedana 14`ê Tîrmehê û salvegera 41`an a girava birçîbûnê ya bê dorveger, bi dirşûma “Bi giyanê berxwedana 14`ê Tîrmehê em dê bi ser kevin” gelek civîn li dar ketin.

Di civînan de bi sedan şênî, nûnerên saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî, rûspiyên êlên herêmê hazir bûn.

Li Hesekê şêrwirmenda Meclisa Kantona Hesekê Fîdan Sîno axivî û got: “Ev roj, roja berxwedana gelên bindest li hember zihiyeta dewlet, daxwaza mafên xwe yên xwezayî ye. Her wiha roja, danîna bingeheke qewîm a berxwedana şoreşgeran li dijî zihniyeta paşverû û ya navendî û destpêka şoreşan li Rojhilata Navîn e.”

Fîdan banga mezinkirina têkoşînê li hember kiryarên hovane yên dewleta Tirk ên li dijî gelên azadîxwaz kir.

Li navçeya Til Temirê jî endamê rêveberiya PYD`ê, Ehmed Heyder şehîdên berxwedana 14`ê Tîrmehê bi bîr anîn û îşaret bi girîngiyawê berxwedanê û berxwedana Rêber Abdullah Ocalan a li hember dewleta Tirk a dagirker kir.

Her wiha Heyder destnîşan kir ku berxwedana gelên herêmên li hember dewleta Tirk a dagirker û siyasetên wê yên li dijî gelên Kurdistanê û Rêber Abdullah Ocalan girîng e.

Li navçeya Şedadê jî, endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Mihêdî El Dixêm detayên wê berxwedanê, çawa têkoşerên Tevgera Rizgariya Kurdistanê li hember desthilata dewleta Tirk a dagirker li ber xwe dane û serî netewandine, vegotin.

(şx)

ANHA