Polîsên Şamê li Helebê dermanfiroşek binçav kir

Polîsên hikumeta Şamê li Helebê dermanfiroşekî ku hewl da dermanan derbasî taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûdê yên dorpêçkirî bike, binçav kir û erebe û pereyên pê re desteser kirin.

Polîsên Şamê li Helebê dermanfiroşek binçav kir
11 tîrmeh, 2023   12:29
 HELEB

Hêzên Ewlekariyê yên girêdayî hikumeta Şamê xwediyê dermanxaneya “Çîlo” yê bi navê “Hogir Mihemed Elî” li ser bendeke xwe ya kontrlê ya li derdora taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê binçav kir.

Çavkanî û şahidan ji nûçegihanê me re diyar kir ku leşkerên hikumeta Şamê yên li derdora her du taxan bi cih dibin, erebeya Hogir Elî û nêzî 2 milyon lîreyê Sûriyeyê yên pê re desteser kirine.

Li gorî agahiyan, Hogir dixwest hin dermanan derbasî her du taxên dorpêçkirî bike, lewma hatiye binçavkirin û birine Şamê. Tê destnîşankirin ku kesên dibin navendên polîsan ên li Şamê bi tohmetên “terorê” lêpirsîn bi wan re tê kirin.

Hikumeta Şamê ev zêdetirî 5 sal e dorpêç daniye ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û herêma Şehbayê û nahêle madeyên mîna sotemenî, derman, ard û madeyên sereke bikevin wan herêman.

(c)

ANHA