Greva birçîbûnê ya Er û Dag kete 45 rojan

Mazlûm Dag û Abdurrahman Er ku li Girtîgeha Hewlêrê dîlgirtî ne, 45 roj in li hemberî zexta PDK’ê ya li xwekirina cilên bi yek tîpî û kiryarên xerab, di greva birçîbûnê de ne. Rewşa tenduristiya Dag û Er her ku diçe xirab dibe.

Greva birçîbûnê ya Er û Dag kete 45 rojan
1 tîrmeh, 2023   10:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 17 Tîrmeha 2019’an de li dijî wezîfedarê Sefaretxaneya Tirkiyeyê ya Hewlêrê dîplomatê tirk Osman Kose êriş pêk hat. Di êrişê de Kose û welatiyê Iraqê Nerîman Osman û welatiyê ji Hewlêrê Beşdar Ramazan jiyana xwe ji dest dan. Mazlûm Dag û Abdurahman Er bi sedema vê êrişê hatibûn girtin. Dag û Er li Girtîgeha Hewlêrê tên ragirtin.

Mazlûm Dag û Abdurrahman Er, ji roja ku xistin Girtîgeha Hewlêrê û vir ve binpêkirina mafên wan timî dikeve rojevê. Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er herî dawî ji ber zexta li xwekirina cilên bi yek tîpî di 18’ê Gulanê de ketin greva birçîbûnê. Çalakiya Dag û Er di roja 45’an de didome ku rewşa tenduristiya wan her ku diçe xirab dibe.

Mazlum Dag di 23’yê Hezîranê de bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî. Dag ragihandiye ku her diçe tenduristiya wan xirabtir dibe û gotiye: “Rêveberiya girtîgehê 10 roj in ne li me dipirse ne jî tê cem me. Dibêjin ‘li nexweşxaneyê bijîşk tune ne û derman tune ne.’ Me bi mirinê re rû bi rû hiştine. Abdûrrahman 20 kîlo dane. Tenduristiya wî nebaş e.” Dag diyar kiriye ku wî jî 10 kîlo dane û nikare zêde biaxive.

Hêjayî gotinê ye ku Dag û Er li dijî kiryarên xerab û êşkenceyê di 28’ê Îlona 2022’an de dest bi greva birçîbûnê kiribûn û ji ber ku daxwazên wan wê demê hatibûn qebûlkirin di roja 14’an a grevê de çalakî bi dawî kiribûn.

Her wiha herdu girtî di 13’ê Sibata 2022’an de jî li hemberî binpêkirina mafan ketibûn rojiya mirinê. Piştî ku soz hate dayin ku wê dawî li binpêkirinan bê anîn çalakî di roja 9’an de bi dawî bûbû.