Ji ber rewşa debarê ya xirab dawî li jiyana xwe anî

Li Girê Spî ya dagirkirî ciwanekî ji ber rewşa debarê ya xirab dawî li jiyana xwe anî.

Ji ber rewşa debarê ya xirab dawî li jiyana xwe anî
23 hezîran, 2023   14:45
EYN ÎSA

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecih, li kantona Girê Spî ya dagirkirî ciwanê bi navê Elaa Şehade ji ber rewşa debarê ya xirab, buhabûna pêwîstiyên jiyanê û ji ber zextên dewleta Tirk a dagirker û tunebûna derfetên kar dawî li jiyana xwe anî.

Çavkaniyan diyar kir ku Elaa Şehade ji bajarê Yebrûdê yê gundewarê Şamê ye û penaberî Tirkiyeyê bibû, lê dewleta Tirk di çarçoveya projeya xwe ya bicihkirina mîlyon penaberên sûriyayî li herêmên dagirkirî de Elaa Şehade vegerandin Sûriyeyê û wî li Girê Spî bi cih kir.

Dewleta Tirk a dagirker ji destpêka ragihanda projeya bicihkirinê ya li herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî ve an ku ji destpêka Nîsana 2022'yan ve,  zêdetirî 22 hezar kesên ji Heleb, Heleb û gundewarê Şamê li herêmên dagirkirî di malên koçberan de bi cih kirin.

Hêjaya bibîrxistinê ye ku şêniyên Girê Spî di 14 û 17'ê Hezîranê de ji ber rewşa debarê ya zehmet û zextên dagirkeran xwepêşdan li dar xistin.

(bb)

ANHA