Dengdayîna tûra duyemîn a hilbijartinên serokkomariya Tirkiyeyê bi dawî bû

Dengdayîna ji bo tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariya Tirkiyeyê saet di 17.00’an de bi dawî bû û hejmartina dengan dest pê kir. 

Dengdayîna tûra duyemîn a hilbijartinên serokkomariya Tirkiyeyê bi dawî bû
28 gulan, 2023   14:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dengdayîna ji bo tûra duyemîn a hilbijartinên serokkomariyê ku saet di 08:00`an de dest pê kiribû, saet di 17:00`an de bi dawî bû.

Li tevahiya Tirkiyeyê ji bo 60 milyon û 721 hezar û 745 hilbijêran li 973 navçe, 1094 li desteya hilbijartina hilbijartinê ya navçeyan bi giştî 191 hezar û 885 sindoq hatibûn danîn.

Piştî dengdayîn bi dawî bû, niha dest bi hejmartina dengan hatiye kirin. Hejmartina dengên derveyî welêt jî dest pê kiriye.

Li gorî yasayên Tirkiyeyê, dema ku lijneya hilbijartinê destûr da, êdî wê encam di ragihandinê de bên eşkerekirin.

(c)

ANHA