Ji bo penaberên sûriyeyî yên ji Lubnanê hatine kampeke taybet

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê plan dike ku kampeke taybet ji bo penaberên sûriyeyî yên ji Lubnanê hatine, ava bike.

Ji bo penaberên sûriyeyî yên ji Lubnanê hatine kampeke taybet
27 gulan, 2023   13:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ku beşa yekemîn a penaberên sûriyeyî yên ji Lubnanê gihaştinê herêmên Rêveberiya Xweser, Desteya Kar û barên civakî û Xebitandinê ya Rêveberiya Xweser, tevî Komîteya Kar û Barên Civakî û Xebitandinê ya Meclisa Sivîl a Reqayê serdana Kampa Hikumpiye kir ku penaberên sûriyeyî yên ji Lubnanê hatine lê bi cih bûne.

Li gorî şandeyê, deste dixwaze rewşa penaberan, pêdiviyên wan çi ne nas bikin û ji wan re destnîşan bike ku ew amade ye penaberên sûriyeyî yên li derveyî Sûriyeyê pêşwazî bike.

Rêveberiya Xweser di Nîsana Borî de ragihand ku ew amade ye penaberên sûriyeyî yên li Lubnanê pêşwazî bike ku rû bi rûyî kiryarên nijadperestî ji aliyê lubnaniyan ve û siyaseta hikumeta Lubnanê mane.

Di çend rojên dawîn de 7 malbatên sûriyeyî ku ji Lubnanê hatine derxistin gihaştin herêmên Rêveberiya Xweser. Ew di kampa Hikumiye ya bakurê Reqayê hatin bicihkirin.

Hevserokê Desteya Kar û Barên Civakî û Xebitandê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Farûq El Maşî got deriyê herêmê li pêşiya vegera penaberên sûriyeyî vekirî ne.

Her wiha El Maşî lê zêde kir û got: “Rêveberiya Xweser plan dike kampeke taybet ji bo penaberên sûriyeyê yên li Lubnanê, ava bike.”

Girêdayî rewşa penaberan hevserokê Komîteya Kar û Barên Civakî û Xebitandinê ya Meclisa Sivîl a Reqayê Cîhad Hesen got: “Niha xelkê me yên ji Lubnanê tên dê li vê kampê bi cih bibin. Em plan dikin ku kampeke taybet ji wan re vekin. Niha em pêdiviyên wan ên sereke peyda dikin.”

Der barê sedemên ku Rêveberiya Xweser ji ber wê bi vê berpirsyarî rabûye de Hesen wiha anî ziman: “Em dixwazin nîştimanparzêiya xwe xurttir bikin û ji cîhanê re îsbat bikin ku Rêveberiya Xweser dikare malbatên sûriyeyî pêşwazî bike. Vaye îro deriyên xwe ji bo xelkê xwe yê penaber çi yê li Lubnanê yan jî li Tirkiye yan jî li Sûdanê pêşwazî vedike.”

Di dawiyê de Hesen destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo peydakirina vegereke ewle ji sûriyeyiyan re, amade ye bi hikumeta Lubnanê re koodîne bike, heta amade ye koçberên sûriyeyî yên li herêmên Sûriyeyê pêşwazî bike.

(dm/şx)

ANHA