Li Efrîna dagirkirî bazirganiyê bi milkên koçberan dikin

Kesên ku li Efrînê hatine bicihkirin, bazirganiyê bi milkên niştecihên resen dikin û li beramberî vegera koçberan a li mala xwe miqdareke mezin a pereyan ji wan distînin.

Li Efrîna dagirkirî bazirganiyê bi milkên koçberan dikin
21 gulan, 2023   09:19
ŞEHBA

Li Efrînê ya ku ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin, sûcên dermirovî, talankirina milkên welatiyan û guhertina demgorafî bê navber dewam dikin.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyekî ji kantona Efrînê dane, kesek ji başûrê Helebê ku li Efrînê bi cih bûye dikana koçberê bi navê Xelîl Şêx Henan ê ji gundê Qasim ê Racoyê li beramber 800 dolar firot niştecihekî din. Çavkanî destnîşan kir ku dikan li nêzî mizgefta Usama ya li taxa Mehmûdiyê ya li navenda kantona Efrînê ye.

Heman çavkanî, diyar kir ku kesekî din ku piştgiriyê  ji çeteyên dewleta Tirk a dagirker digire, ji bo ku Mihemed Elo yê ji gundê Ebûdanê yê navçeya Bilbilê li mala xwe ya li taxa Eşrefiyê ya navenda Efrînê vegere, hezar û 100 dolar pere jî xwestine.

(fr)

ANHA