Lûtkeya Ereban dest pê kir

Lûtkeya Ereban a 32`yemîn li ser asta serokên Ereban û bi beşdariya Beşar Esed li Erebistana Siûdî dest pê kir.

Lûtkeya Ereban dest pê kir
19 gulan, 2023   11:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Lûtkeya Ereban a 32`yemîn li bajarê Ceda yê Erebistana Siûdî bi beşdariya serokê hikumeta Şamê Beşar Esed dest pê kir. Beşdarbûna Esed 2 hefte piştî vegerandina Sûriyeyê li Komkara Erebî piştî 12 salan, pêk tê.

Lûtke di demeke wisa de tê lidarxistin ku li herêmê û cîhanê guhertinên jeopolîtîk hene.

Her wiha hewl tê dayîn ku di lûtkeyê de pirsigrêka Sûriyeyê, aloziya Sûdanê û dosyayên din ên têkildarî Yemen, Lîbya û Lubnanê bên nîqaşkirin.

(c)