​​​​​​​Li Minbicê welatiyek şehîd bû

Li başûrê Minbicê di encama êrişa balafireke bêmirov a dewleta Tirk li dijî erebeyek sivîl de welatiyek şehîd bû.

​​​​​​​Li Minbicê welatiyek şehîd bû
18 gulan, 2023   20:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker erebeyeke sivîl li gundê Xarûfiyê yê başûrê Minbicê kir hedef.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker saet di 18:30`an de erebeyeke sivîl kiriye hedef. Di encamê de welatiyê bi navê Ebdulwehab El Hec Hemêdî yê ji gundê Xarûfiyê birîndar bûye.

Navendê eşkere kir ku welatiyê birîndar, tevî hemû hewldanan jî, lê ji ber birînên xwe yên giran jiyana xwe ji dest daye,

(şx)