Hevserokatiya Yekitiya Cotkaran û Sewalvanan hat hilbijartin

1-Konferansa Yekitiya Cotkaran û Sewalvanan a Kantona Efrîn û Şehbayê bi erêkirina rêziknameya yekitiyê û hilbijartinan hevserokatiyê bi dawî bû.

Hevserokatiya Yekitiya Cotkaran û Sewalvanan hat hilbijartin
Hevserokatiya Yekitiya Cotkaran û Sewalvanan hat hilbijartin
Hevserokatiya Yekitiya Cotkaran û Sewalvanan hat hilbijartin
Hevserokatiya Yekitiya Cotkaran û Sewalvanan hat hilbijartin
Hevserokatiya Yekitiya Cotkaran û Sewalvanan hat hilbijartin
16 gulan, 2023   13:02
ŞEHBA

1'yekemîn Konferansa Yekitiya Cotkaran û Sewalvanan a Kantona Efrîn û Şehbayê bi dirûşma "Bi keda cotkaran em ê aboriya azadî pêk bînin" li navçeya Fafînê ya Şehbayê li dar ket.

Piştî axaftina Hevserokê Yekitiya Cotkaran û Sewalvanan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nûredîn Ebdullah, rêziknameya yekitiyê hat xwendin. Beşdaran der barê rêziknameyê de nêrînên xwe parve kirin û rêzikname hat erêkirin.

Di dawiya konferansê de hilbijartin pêk hatin, di encamê de Xedîce Deqmaq û Mihemed Hesen bûn hevserokên Yekitiya Cotkaran û Sewalvanan a Kantona Efrîn û Şehbayê.

(bb)

ANHA