‘Guhartina hakimê gendel Erdogan erkeke olî ye’

Desteya Fetwayê ya Kurdistanê daxuyaniyên hin kesên bi navê oldarên ola îslamî alîkariya Erdogan dikin, şermezar kirin û got ew dûrî şerîeta îslamê ne.

‘Guhartina hakimê gendel Erdogan erkeke olî ye’
13 gulan, 2023   11:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Fetwayê ya Oldarên Misilman a Kurdistanê bi daxuyaniyekê, gotinên hin kesên bi nave oldarên îslamê tev digerin û alîkariya Recep Tayyîp Erdogan dikin, şermezar kir.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin:

“Desteya Fetwayê ya Oldarên Misilman a Kurdistanê 22′yê Şewala 1444′an anku 12′yê Gulana 2023′yan civîneke awarte li dar xist. Civîn ji bo hilbijartinên dê di 24′ê Gulanê de li Tirkiyeyê li dar bikevin, hate lidarxistin û da ku bersiva bawermendan li ser asta rewabûna jinûve dengdayîna hakimê dewleta Tirk ê niha Recep Tayyîp Erdogan bidin.

Piştî xwendina rapora li ser dema hikmê Recep Tayyîp Erdogan li Tirkiyeyê, nîqaşkirina hin nivîsên şerîetê û hîmên feqê yên girêdayî bendên wîlayeta ferman û hakimiyetê, desteyê li ser van tiştan li hev kir:

Recep Tayyîp Erdogan di hikmê xwe de gendelî pêk anî û di nava welatiyên li Tirkiyeyê de fîtne belav kir û sivîl qetil kirin û girtin.

Erdogan ferman da ku sedemên fîtneyê di nava welatiyên Tirkiyeyê û yên dewletên cîranê de derxin, xakên derveyî sînora xwe dagir kir, mîna Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û herêmên din li Rojava û bakurê Sûriyeyê. Fermana qetilkirinê û penabertiya şêniyên wan da. Her wiha bi çekên pêşketî êrişî Başûrê Kurdistanê kir û li dijî Kurdan komkujî pêk anî.

Erdgoan mafên gelê Kurd ên li gorî şerîeta ola îslamê, înkar kir. Her wiha têkoşîna gelê Kurd ê ji bo mafên hatine standin di çarçoveya cîhada şerîî de ye. Ji ber ku hakim vegerandina mafan li xwediyên wan bi awayekî aştiyane red dike.

Erdgoan însiyatîfên aştiyane ku rêveberên Kurdan pêşkêş kirine red kirin, berovajî wê hilbijêra hêza leşkerî û destgîrkirinê ji bo têkbirina gelê Kurd û nûnerên wî pêk anî. Ev yek jî di çarçoveya dagirkerî û êrişa siyasetên ku Erdogan li dijî gelê Kurd pêk aniye.

Li gorî qanûnên şerîeta îslamê divê her bawermendek piştgiriyê bide mafan, bersiva tundî û êrişan bide.

Desteyê daxuyaniyên hin kesên bi sîfeta oldarên îslamê tev digerin û alîgiriya hakim gendel Erdogan dikin şermezar kirin. Ji ber ku ew daxuyanî dûrî şerîeta îslamê û hîmên wê ne û piştgiriya dide hakimê gendel û dagirker.

Li gorî erka şerî divê oldar xwe ji van daxuyaniyên li ser bingeha durûtî û çetetiyê bi dûr bixin.

Divê parastina neteweyê ji fîtne û dewama wê were kirin û berjewendiya mirovan were parastin. Erka şerîetê li ser tevahî welatiyên Kurdistan û Tirkiyeyê ferz dike ku hakimê dagirker, gendel û kujer Recep Tayyîp Erdogan biguherînin."

(fr)