Endamên PYD’ê: Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan divê têkoşîn were geşkirin

Endamên PYD′ê şaxê Helebê diyar kir ku divê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û azadiya tevahî gelên bindest berxwedan û têkoşîn werin geşkirin.

Endamên PYD’ê: Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan divê têkoşîn were geşkirin
4 gulan, 2023   00:40
HELEB

Dewleta Tirk a dagirker zêdetirî 2 salan e tecrîdeke giran li ser Rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye.

Têkildarî mijarê, endamên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê Helebê got ew ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşîn û berxwedanê geş bikin.

/kr/uploads/files/2023/05/03/194402_-.webp

Endamê PYD′ê Şukrî Mistefa li ser mijarê wiha got: "Rejîmên desthilatdar dibêjin qey bi tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan dê fikrên wî jî asteng bikin."

Mistefa wiha domand: “Heta edalet ji vî gelê bindest re pêk tê, em ê têkoşîna xwe dewam bikin."

/kr/uploads/files/2023/05/03/194346_-.webp

Her wiha endama PYD′ê Sûad Elî jî destnîşan kir ku li ser gelê Kurd zilm heye û Rêber Abdullah Ocalan li dijî vê zilmê derket û banga azadiya gelan kir.

VÎNA XURT BI SAYA FEDAKARIYÊN ŞEHÎDAN Û FELSEFEYA RÊBERTÎ ÇÊBÛ

Sûad wiha pê de çû: "Dewleta Tirk a dagirker gelek caran êrişî me kir û dike. Lê bi saya felsefeya Rêbertî û vîna me ya xurt êdî têkoşîna me xwedî wate ye. Zêdetirî 2 salan e Rêber Abdullah Ocalan di nava tecrîdeke giran de ye. Ev ne tenê tecrîdeke li dijî Rêber Abdullah Ocalan e, lê belê li dijî gelê Kurd tevahî ye."

Sûad destnîşan kir ku dê ev vîna azad a gelan heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dewam bike û wiha dawî li gotina xew anî: "Dê vîna me xurt bimîne û dê xebata me heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dewam bike. Em ê bi hêza xurt li hember wan bisekinin û vê fikrê azad ji bo cîhanê belav bikin."

/kr/uploads/files/2023/05/03/194425_-.webp

Endamê rêveber ê PYD′ê yê Taxa Şehîd Gelhat, Elî Mistefa Mihemed wiha got: "Em baş dizanin ku dewletên şovenîst û kapîtalîst komplo li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk anî. Ew hewl didin berjewendiyên xwe li ser hesabê gelên Rojhilata Navîn pêk bînin."

FIKRÊN RÊBERTÎ JI BO DEWLETÊN KAPÎTALÎST XETERE NE

Mihemed anî ziman ku Rêber Abdullah Ocalan bi zindîkirina fikrê neteweya demokratik civak veguherand. Ew yek jî bi rêya hebûna mafên jinan pêk hat. Rêveberiya Xweser ev fikir bi xwespartina li rêveberiya hevbeş û azadiya jinan di jiyana siyasî de pêk anî. Vê yekê jî hişt ku ev fikir li ser wan dewletan xetere be ku hewl didin rola jinan biçewisînin.

Mihemed di dawiyê de bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku tecrîdê bi dawî bikin.

(fr)

ANHA