3 navendên tenduristiyê yên li Şehbayê ji xizmetê derketine

Piştî daxuyaniya Desteya Rêveberiya Herêmî û Ekolojî ya Kantona Efrînê û Şehbayê 3 navendên tenduristiyê yên li herêmê ji xizmetê derketin.

3 navendên tenduristiyê yên li Şehbayê ji xizmetê derketine
3 navendên tenduristiyê yên li Şehbayê ji xizmetê derketine
3 navendên tenduristiyê yên li Şehbayê ji xizmetê derketine
3 navendên tenduristiyê yên li Şehbayê ji xizmetê derketine
3 navendên tenduristiyê yên li Şehbayê ji xizmetê derketine
3 navendên tenduristiyê yên li Şehbayê ji xizmetê derketine
3 navendên tenduristiyê yên li Şehbayê ji xizmetê derketine
3 navendên tenduristiyê yên li Şehbayê ji xizmetê derketine
3 navendên tenduristiyê yên li Şehbayê ji xizmetê derketine
3 navendên tenduristiyê yên li Şehbayê ji xizmetê derketine
3 gulan, 2023   23:27
ŞEHBA

Di encama dorpêça li ser koçberên Efrînê û niştecihên Şehbayê de gelek made kêm bûn, pirsgirêkên derbarê derketin. Ev yek hişyariyê dide ku dê karesateke mirovî li herêmê rû bide.

Ji saktorên ku xesar lê hatine, saktora tenduristiyê ye; ji ber ku ev beş yekser bi jiyana welatiyan ve girêdayî ye.

′KÊMKIRINA SAETÊN KEHREBEYA YA NEXWEŞXANEYA AVRÎN ′

Rêveberiya Nexweşxaneya Avrîn a kantona Şehbayê diyar kir ku ger sotemenî û dermanên ku hikumeta Şamê nahêle derbasî kantonê bibe, peyda nebin, dê nexweşxane di çend rojên bê de ji xizmetê derkeve.

/kr/uploads/files/2023/05/03/194843_-.webp

Endama rêveber a Nexweşxaneya Avrîn, Arîn Elî dorpêça li ser kantonê şermezar kir.

Arîn destnîşan kir ku wan ji ber dorpêçê saetên pêxistina jenetoran kêm kirin ku kehrebeyê didin nexweşxaneyê û li gorî pêwîstiyan pê dixin. Ji ber ku sotemenî li ber tunebûnê ye.

Arîn diyar kir ku ew pêşwazîkirina nexweşan dereng dixin ku rewşa wan, derengxistinê tehemul dike heta ku berdêlên din peyda bikin.

Arîn bang li aliyên navneteweyî û herêmî kir ku vê rewşa trajedîk ku ji ber bi hezaran koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê êşê dikişînin, bi dawî bikin.

′QUTBÛNA DERMAN′

Di nexweşxaneyê de dermanên nexweşiyên giran mîna zext, şekir û dil, her wiha dermanên zarokên mîna vîtamîn, germahî, dermanên îltîhab û benckirinê pir kêm in.

Her wiha li nexweşxaneyê hemwextî hatina havînê dermanên laşmanyayê tune ne ku di havînê de pir dibe. Ji ber wê bijîşk û şênî bi fikar in.

Arîn Ii ser mijarê wiha got: "Ger dorpêç dewam bike, dê nexweşxane di demeke nêz de ji xizmetê derkeve."

Arîn wiha domand: "Ger dorpêç dewam bike dê nûjdarî bi sedema tunebûna madeyên bencê (hişbirinê), dermanên îltîhabê (kulbûnê) bisekinin."

′GELEK NAVENDÊN TENDURISTIYÊ HATIN GIRTIN′

Di heman çarçoveyê de, Heyva Sor a Kurd, ji ber dorpêça li ser herêmê, 3 navendên tenduristiyê girtin û hişyarî da ku heke dorpêç berdewam bike dê karesateke mirovî rû bide ku encamên wê nediyar in. 

Heyva Sor a Kurd xizmetguzariyên xwe li navendên tenduristiyê yên Kampa Berxwedan û Serdem, navçeya Ehdas, Til Rifet, Ehrez, gundên Birc Qas û Ziyaretê pêşkêş dike. Lê ji ber dorpêç 3 navend hatin girtin. Tenê navendên li Kampa Serdem, Kampa Berxwedan, Til Rifet û Ehrezê vekirî ne.

Di heman demê de ji ber tunebûna sotemeniyê hejmara wesayîtên veguhastinê jî kêm bûye. Di encamê de gelek nexweş nikarin serdana navendên Heyva Sor a Kurd bikin.

′BÊYÎ KEHREBEYÊ HIN DERMAN HENE XIRAB DIBIN′

/kr/uploads/files/2023/05/03/194854_-1.webp

Cîgirê Desteya Tenduristiyê ya Kantona Efrîn û Şehbayê Bêrîvan Hisên ji ajansa me re li ser astengiyên dorpêçê axivî û got: "Dorpêç ne tenê bandor li peydakirina dermanan dike, lê belê bandorê li rêbazên parastina wan dike. Ji ber ku derman hene pêwîstiya wan bi kehrebeyê heye heta ku xirab nebin."

Pêdiviya gelek derman bi sarkirinê û parastinê hene; mîna dermanên nexweşiyên şekir û dermanên bencê. Lê ji ber dorpêçê û xeteriyên qutbûna kehrebeyê ya ji ber kêmbûna sotemeniyê dê ev derman xirab bibin û jiyana gelek nexweşan bikeve xeteriyê.

Bêrîvan destnîşan kir ku gelek nexweş serdana nuqteyên tenduristiyê yên li kantonê dikin û pêdiviya wan bi alavên li ser kehrebeyê dixebitin heye. Qutbûna kehrebeyê jî dê xeteriyekê li ser jiyana wan çêke, mîna odeya baldariyê, qertemîzên zarokan û navenda parzûnkirina xwînê.

′JI BER DORPÊÇÊ XILASKIRINA BIRÎNDARAN ZEHMET BÛYE′

Bêrîvan diyar kir ku li gel êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî kantonê ku di encamê de sivîl birîndar dibin û jiyana xwe ji dest didin, dorpêç hewldanên wan ên ji bo xilaskirina birîndaran sînordar dike.Navenda yekane ya parzûnkirina xwînê li kantona Şehba li Til Rifetê ye. Ji ber dorpêçê, gelek madeyên tenduristiyê yên ji bo xebitandina amûra şûştina kurçikan pêwîst in kêm in. Ev jî jiyana gelek nexweşên gurçikan dixe xetereyê.

′JI BO DERBASKIRINA DERMANAN RIŞWETAN DIBIN′

Yek ji dermanfiroşên li kantona Şehbayê ku ji ber sedemên ewlehiyê nexwest navê xwe eşkere bike got ew hin dermanand di bendên kontrolê yên hikumeta Şamê re derbas dikin, da ku ji 32 dermanxaneyên kantonê re dabîn bikin.

Di heman demê de eşkere kir ku ji bo derbaskirina wan dermanan jî, neçar dimînin ku bi rêjeya ji sedî 12`ê lêçûna dermanan, rişwet didin bendên kontrolê yên hikumeta Şamê.

Têkildarî rêbazên parastina dermanan, dermanfiroş got li hemû dermanxaneyên li kantonê tu dermanên pêdiviya wan bi sarkirinê tune ne, ji ber ku li cem wan sarinc tune ye û heke hebe jî, li gel dorpêçê û nebûna sotemeniyê, bê feyda ye.

(fr/şx)

ANHA