Çeteyên dewleta Tirk berhemên çandiniyê derbasî Tirkiyeyê dikin

Şandeyeke çeteyên dewleta Tirk a dagirker ya qaşo bi navê Îtîlfa Watanî serdana kantona Girê Spî ya dagirkirî kir ji bo ku rêyekê peyda bike da ku berhemên çandiniyê yên îsal derbasî Tirkiyeyê bike.

Çeteyên dewleta Tirk berhemên çandiniyê derbasî Tirkiyeyê dikin
27 nîsan, 2023   13:25
EYN ÎSA

Çavkaniyekî ji kantona Girê Spî ya dagirkirî ragihand ku endamê Îtîlafa Watanî Ebdulehed Stêfo, serokê qaşo lîcneya Cizîr û Firatê duh serdana kantona dagirkirî kir û bi endamên meclisa herêmî ya Girê Spî re civiyan.

Heman çavkanî diyar kir ku her du aliyan plansazî danîn da ku berhemên çandiniyê yên kantonê derbasî Tirkiyeyê bikin.

Ajansa me, çawa berhemên çandiniyê yên xelkê kantona dagirkirî bi rêya deriyê sînor derbasî Tirkiyeyê tên kirin, bi dîmen kişandin. Li hember vê şêniyên wê herêmê nerazîbûn nîşan dan û endamên meclisê bi “Diz” wesifand.

Hêjeyî bibîrxistinê ye ku şêniyên kantona dagirkirî, ji ber tunebûna nan û bihabûnê zehmetiyan dikşînin nexasim ku dewleta Tirk ard kêm dişîne firinan.

(şx)

ANHA