Lubnan penaberên Sûriyeyê dersînor dike

Lubnanê siyasetên nîjadperestiyê li dijî penaberên Sûriyeyê dimeşînin.

Lubnan penaberên Sûriyeyê dersînor dike
21 nîsan, 2023   11:36
 NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarên ewlehiyê û çavkaniyan ji APFʹ re diyar kirin ku Lubnanê bi dehan penaberên sûriyeyî dersînor kirine. Li Lubnanê hemwextî aloziya aborî, li dijî penaberên sûriyeyî hestên nîjadperestiyê bi pêş ketine.

Xizmê penaberekî sûriyeyî yê ku hatiye dersînorkirin, diyar kir ku xizmê wî ji artêşê veqetiyabû û hişyarî da ku jiyana wî di xetereyê de ye.

Berpirsekî leşkerî jî ji heman ajansê re da zanîn ku artêşa Lubnanê di du hefteyên dawîn de zêdetirî 50 sûriyeyî dersînor kirine.

Rayedarekî ewlehiyê jî destnîşan kir ku bi dehan sûriyeyî hatine dersînorkirin.

Hate gotin ku îstixbarata artêşa Lubnanê, sûriyeyiyên ku bi wan re belge tune ne binçav kirine û radestî hêzên parastina sînor kirine, piştre ew ji Lubnanê qewitandine.

Piştî destpêkirina aloziya Sûriyeyê (2011) bi sedhezaran sûriyeyî ji ber tundî û zordestiya hikumeta Şamê çûn Lubnanê.

Desthilata Lubnanê dijbêje ku li welatê wan nêzî 2 milyon penaberên Sûriyeyê hene. Lê 830 hezar li cem NY`yê qeydkirî ne.

Desthilata Lubnanê ji bo vegera penaberên sûriyeyî gelek caran zext meşand û hewl da ku wan bi “dildarî” vegerîne. Lê hiqûqnas dibêjin ku vegerandina penaberan ne bi dildarî, bi darê zorê ye.

(cx)