Sûdan: Darbeyeke nû yan şerekî navxweyî ye?

Ji çend rojan ve li Sûdanê aloziyeke giran heye. Di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevahiya Lezgîn de şerekî dijwar rû dide. Tê gotin ku bi sedan kes bûne quranî. Gelo rewşa ber bi ku derê ve diçe?

Sûdan: Darbeyeke nû yan şerekî navxweyî ye?
16 nîsan, 2023   07:38
QAHÎRA- MUHSIN EL MESIRÎ

Roja Şemiyê li paytexta Sûdan Xertûmê, bajarên Behrî, Um Derman, Faşir û Niyalayê û hin deverên din şerekî giran di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn de qewimî. Di şer de çekên giran, tank û balafirên şer hatin bikaranîn. Li bajarê Ebyedê balafir hatin şewitandin û 3 kes hatin kuştin. Her du alî derbarê ziyanên madî û canî de daneyên fermî nedan.

Li gorî medyayan, Hêzên Piştevaniya Lezgîn sibeha roja Şemiyê saet di 19:00ʹan de li gorî dema herêmê, operasyona xwe ya leşkerî li bajarê Merwî yê 330 kîlometreyan dikeve bakurê Xertûm da destpêkirin. Piştre berî da paytextê, bajarê Ebyed û herêma Darforê. Îhtîmal hene ku careke din şer li derdora Qesra Komarê, Fermandariya Giştî, Balafirgeha Xertûmê û avahiya telefîzyonê yên li Xertûmê rû bide.

Fermandarê artêşa Sûdanê Ebdulfetah El Burhan ragihand ku ew bi êrişa Hêzên Piştevaniya Lezgîn a li ser mala wî ya di saetên 09:00 sibehê de matmayî ma. Her wiha got, Hêzên Piştevaniya Lezgîn destdirêjî li artêşa li herêma bajarê Werzîşê ya li başûrê Xertûmê kir ku ev yek  bû çirûsak şerê niha.

Li gorî Komîteya Bijîşkên Sûdanê, di şer de 25 kes hatin kuştin û bi sedan jî birîndar bûn.

Li gorî çavdêran jî,  dibe ku di çend rojên bê de gelek pêşketin li Sûdanê çêbibin, nemaze ku ji demeke dirêj ve nakokî di navbera xwediyên desthilatê El Burhan û Hemîdîtî de hene.

Pispora rewşa Sûdanê Ferîde El Benderawî got, ʹʹTişta ku diqewime derewekê ji me re eşkere dike ku gelek kesan bawer nedikirin. Derew ev e ku Hêzên Piştevaniya Lezgîn beşek ji hêzên çekdar ên Sûdanê ye û fermanên fermandarê wê yê bilind bi cih tîne. Lê eger ev rast bûye me niha nîşaneyên şerekî navxweyî nedidît.

Ferîde El Benderawî ji ANHAʹyê re axivî, destnîşan kir ku Hêzên Piştevaniya Lezgîn ne hêzeke şoreşger e ku daxwazên gel bi cih tîne mîna ku hinek kes îdia dikin û got: "Lê ev hêzê milîs in û çavê wê li desthilatdariyê ye. Tevgera heyî ya Hêzên Piştevaniya Lezgîn encamên nakokiyên wan ên li gel fermandarê artêşê li ser desthilatdariyê ne, ne ku ji gel hez dikin mîna ku hinek sûdanî difikirin."

Ferîde El Benderawî bi bîr xist ku serokê berê yê Sûdanê Omer Hesen El Beşîr kesê yekemîn bû ku Hêzên Piştevaniya Lezgîn bi kar anîn. Her wiha destnîşan kir ku ev hêz beşek ji milîsên Cinewîd bûn ku di destpêka sala 2000ʹî de li Darforê şer kir, sûcên destdirêjî û kuştinê kir.

Ferîde El Benderawî di dewama axaftina xwe de got: "Ji dema ku Hêzên Piştevaniya Lezgîn sala 2013ʹan ve hatiye avakirin, girêdayî Desteya Operasyonan a Saziya Ewlehî û Îstîxbarata Sûdanê ne û di sala 2017ʹan de El Beşîr bi rêya parlamentoyê ev hêz xist bin fermana xwe ji ber ku fermandarê bilind ê Hêzên Çekdar bû."

Ferîde nirxandina xwe wiha dewam kir: “Ji dema ku Beşîr di 2019`an de hêzên piştevaniya lezgîn vexwendine Xartûmê da ku wan ji bo tepisandina şoreşgeran bi kar bîne, ji wê rojê de ew hêz ji paytextê derneketin, berovajî hebûna xwe ya leşkerî li wir xurttir kirin. Piştî ku rejîma Beşîr hat xistin û fermandariya leşkerî ya heyî hat ser hikumê, ew hêz xistin nava şerê desthilatê û li hember sivîlan bi kar anîn.”

Ferîde destnîşan kir ku karesata mezin ew bû dema ku hêzên pitşevaniya lezgîn beşdarî lihevkirina aştiyê hat kirin ya sala 2020`an tevî hejmarek tevgerên çekdar hatiye îmzekirin.

ŞERÊ NAVXWEYÎ

Li gorî pispora kar û barên Sûdanê Ferîde El Bendarî, geşdanên tawîn ne tesaduf in, lê belê ji berê de niyeta hêzên piştevaniya lezgîn hebû ku êrişî hêzên çekdar ên Sûdanê bikin û wiha dom kir: “Beriya 3 mehan hêzên piştevaniya lezgîn bi hezaran çekdar ji wîlayetên Darfor veguhestin Xartûmê, hejmara wan nêzî 50 hezarî bû, ew li deriyên ketin û derketina Xartûmê hatin belavkirin. Çarşema borî jî hin çekên giran ji bakurê Darforê anîn Xartûmê.”

Ferîde desntîşan kir ku Sûdan li pêşiya aloziyeke nû ye, ji ber ku hêzên piştevaniya lezgîn ji hêzeke çekdarî veguheriye hêzeke îsyanker ya ku hêzên çekdar li hember wê bi balafir û panzeran disekine û ji ber wê jî Xartûm veguheriya qadeke şerê di navbera mezintirîn hêzên leşkerî yên li welat de.

Ferîde anî ziman ku li Sûdanê nîşaneyên şerê navxweyî xuya dikin û got: “Em dikarin vê yekê ji daxuyaniya fermandarê hêzên piştevaniya lezgîn Himêdetî ya 'heta ku hemû cih û baregehên artêşê neyên desteserkirin dê şer nesekine' fêm bikin.”

NAKOKIYÊN HIMÊDETÎ Û EL BURHAN

Ferîde bi bîr xist ku nakokiyên di navbera herdu generalan de ne nû ne, lê belê ji berê de li hev nedikirin, têkiliyên wan tenê li ser esasê berjewendiyê bûn û got: “Ew ne şirîkên welat, lê şirîkên berjewendiyê bûn. Nakokiyên wan ên li ser serwerî û desthilatê ji 2021`an de zêdetir bûn. Di çaryeka dawîn a sala borî de jî nakokiyek din di navbera wan de derket.”

Ferîde bal kişand ser rola komên alîgirên rejîma serokê îzolekirî Omer El Beşîr di kûrkirina aloziyê de û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Dibe ku li Sûdanê şerekî dijwar derkeve û bi rojan bajo. Ji ber ku şerê bajaran e û nikare bi balafir û çekên giran dawî lê were anîn. Dê sivîl jî bibin qurbanî, ji ber ku piraniya navendên leşkerî li nava taxên sivîlan in, bikaranîna çekên giran û balafiran jî dê hejmara qurbaniyan zêdetir bike.”

(bb,c)

ANHA