Li Erbînê zarokek di teqîna cismekî nenas de mir

Li bajarokê Erbînê yê gundewarên Şamê zarokek di encama teqîna cismekî nenas de jiyana xwe ji dest da.

Li Erbînê zarokek di teqîna cismekî nenas de mir
13 îlon, 2026   19:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Zarokek li ser rêya giştî ya bajarokê Erbînê yê gundewarê Şamê di encama teqîna cismekî nenas de wefat kir

Li gorî SOHR‘ê, zarokekê ji gundên Xeranîc ê Dêrazorê ye dema diçû li ser kar cismek li ser rê dibîne û radike.

SOHR‘ê diyar kir ku ew cisim di destê zarok de teqiya û di encamê de jiyana xwe ji dest da.

(bb)