Li gelek bajaran 4ʹê Nîsanê hat pîrozkirin

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 4ʹê Nîsanê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan hat pîrozkirin.

3 nîsan, 2023   16:11
KOBANÊ

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên bi boneya 4ʹê Nîsanê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan dewam dikin.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê şahiyek ji bo zarokên şehîdan li navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido dar xist. Hola şahiyê bi wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hat xemilandin.

Destpêkê zarokên şehîdan mûm pêxistin. Piştre rêveberê ciwanan ê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Mihemed Mihemed axivî û soza şopandina xeta Rêber Abdullah Ocalan da. Mihemed got: "Em ê têkoşînê dewam bikin heta ku Rêbertî fîzîkî azad bikin. Rojbûna Rêbertî rojbûna me tevan e. Dem hatiye ku her kes bizanibe ku em ên li ser fikr û felsefeya Rêbertî mezin bûne çokdanînê nas nakin."

Piştî axaftinan çalakiyên hunderî ji aliyê zarokan ve hatin pêşandan. Hunermend Xelîl Can jî stran gotin.

EYN ÎSA

Li navçeya Eyn Îsayê jî, şêniyên navçeyê û koçberên ji Girê Spî ya dagirkirî dar li Parka Jinê ya naverasta navçeyê çandin.

Li navçeyên Cirin, Silûk û Hîşeyê yên Girê Spî dar hatin çandin.

MINBIC

Bi heman wesîleyê, Komîteya Çand û Hunerê ya Minbicê Mîhrîcana Duyemîn a Zarokên Azad li dar xist û pêşangeheke wêneyên Rêber Abdullah Ocalan vekir.

Çalakî bi amadebûna bi dehan şêniyan li navenda Çand û Hunerê ya bajar hat lidarxistin.

Hevseroka Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Sivîl a Minbicê Sîham Hemo axivî û got: "Zarokatî hîmanê sereke yê avakirina kesayeta mirov û pêşeroja wî ye. "

Endamê Komîteya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Minbicê Îsmaîl Qetwan jî rojbûna Rêber Abdullah Ocalan pîroz kir û got: "4ʹê Nîsanê roja vejîna gelên bidest e û pêkanîna xeyalên wan e. Bi saya berxwedana Rêbertî û perespektîfên wî em gihiştine vê qonaxa dîrokî. Rêbertî ji bo azadiya tevahî mirovahiyê têkoşîneke mezin dike."

Di mîhrîcanê de Rêvebera Kombûna Jinan a Zenûbiya Rabîa Bekro wiha got: "Bi boneya rojbûna Rêbertî me ev mîhrîcan li dar xist da ku nameya hezkirin û rêzdariyê bighînin rêberê mirovahiyê."

Piştî axaftinan, koma Rojda û koma Rebîh El Furat stran gotin, koma Rewdet Şemis û koma Şemis El Emel yên girêdayî Komîtya Jinan şanoya "Biratiya gelan" û stran pêşkêş kirin. Her wiha Koma Şîlan a ji Kobanê govend pêşkêş kirin. Helebestvanan jî helbest xwendin.

Piştre beşdaran berî dan pêşangeha wêneyên Rêber Abdullah Ocalan.

Mîhrîcan bi dirûşma "Bê serok jiyan nabe" bi dawî bû.

Saziya Gaziyan a Minbicê jî bi boneya 4ʹê Nîsanê şahiyek li Parka Rêbertî ya Bendava Tişrînê ya başûrê rojhilatê Minbicê li dar xist. Di parkê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan  hatin daliqandin.

Di şahiyê de rêveberê Saziya Gaziyan a Herêma Firatê Egîd Qeredenîz axivî, rojbûna Rêber Abdullah Ocalan li gelên azadî pîroz kir û got: "Mîlada Rêber Abdullah Ocalan roja vejînê û mîlada mirovahiyê ye."

Beşdaran bi dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî" û "Bi can, bi xwîn em bi te re ne Ocalan" dar li derdora parkê çandin.

Di dawiyê de xelekên govendê hatin gerandin.

ZIRGAN

Li navçeya Zirganê ya kantona Hesekê semînerek li ser jiyana Rêber Abdullah Ocalan hate dayîn. Semîner li hola semîneran a navend meclisa navçeyê bi beşdarbûna endamên meclis û komînan hat dayîn.

Serokê Meclisa Giştî ya PYDʹê Ebdurehman El Hisên semîner bi rêve bir. El Hisên bal kişand ser Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, armancê wê û aliyên ku pêk anîne. Her wiha diyar kir ku têkoşîna gelên Kurdistanê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan berdewam e.

Di dawiyê de sinevîzyonek li ser jiyana Rêber Abdullah Ocalan hat temaşekirin.

(bb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/hlPTyTnNByQ" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>