Dayikek ji bo kurê xwe yê di girtîgehên dagirkeran de ye bang kir

Dayika Xalid Beşîr Oso yê di girtîgehên çeteyên dewleta Tirk a dagirker de ye, bang li civata navneteweyî û rêxistinên hiqûqî kir ku kurê wê rizgar bikin.

Dayikek ji bo kurê xwe yê di girtîgehên dagirkeran de ye bang kir
2 nîsan, 2023   13:51
ŞEHBA

Dîmenê dayika bi navê Diyana Oso ya ku banga rizgarkirina kurê xwe ji girtîgehên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de dike di medyayên civakê de cihek mezin girt.

Kurê Diyana Oso yê bi navê Xalid Beşîr Oso (17) di Hezîrana 2018ʹan de ji aliyê çeteyên Feyleq El Şam ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker ve hat revandin.

Di dîmenê ku hatiye parvekirin, dayika Oso got: "Ji 3 salan ve kurê min hatiye revandin. Kurê min di girtîgeha Zîraa ya herî xirab a li bajarê Babê de ye."

Dayika Xalid Oso bang li civata navneteweyî û rêxistinên hiqûqî dike ku kurê wê rizgar bikin.

Girtîgeha Zîraa ji aliyê çeteyên navê polîsên leşkerî xwe dikin ve tê birêvebirin.

Çeteyan ji bo serbestberdana Xalid Oso 10 hezar dolar fidiye ji malbata wî dixwaze.

(dm/bb)

ANHA