Ji Dêrazorê: Newroza 2023'yan newroza azadiya Rêber Ocalan û têkbirina dagirkeriyê ye

Beşdarên Newroza Dêrazorê destnîşan kir ku Newroza 2023'yan dê bibe newroza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û domandina têkoşînê heta biserxistina projeya neteweya demokratîk.

Ji Dêrazorê: Newroza 2023'yan newroza azadiya Rêber Ocalan û têkbirina dagirkeriyê ye
Ji Dêrazorê: Newroza 2023'yan newroza azadiya Rêber Ocalan û têkbirina dagirkeriyê ye
Ji Dêrazorê: Newroza 2023'yan newroza azadiya Rêber Ocalan û têkbirina dagirkeriyê ye
Ji Dêrazorê: Newroza 2023'yan newroza azadiya Rêber Ocalan û têkbirina dagirkeriyê ye
Ji Dêrazorê: Newroza 2023'yan newroza azadiya Rêber Ocalan û têkbirina dagirkeriyê ye
Ji Dêrazorê: Newroza 2023'yan newroza azadiya Rêber Ocalan û têkbirina dagirkeriyê ye
Ji Dêrazorê: Newroza 2023'yan newroza azadiya Rêber Ocalan û têkbirina dagirkeriyê ye
Ji Dêrazorê: Newroza 2023'yan newroza azadiya Rêber Ocalan û têkbirina dagirkeriyê ye
Ji Dêrazorê: Newroza 2023'yan newroza azadiya Rêber Ocalan û têkbirina dagirkeriyê ye
22 adar, 2023   17:02
DÊRAZOR

Îro bi sedan şêniyên Dêrazorê û nûnerên meclisên sivîl û leşkerî yên Dêrazorê Cejna Newrozê li bajarokê Kîsra ya rojavayê Dêrazorê pîroz kir.

Di destpêka şahiyê de serokeşîrê êla Ubêdat a qebîleya Begara ya rojavayê Dêrazorê Ziyab El Cêlat bixêrhatina beşdaran kir. Piştre fermandar Demhat El Kilêzî bi navê Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Cejna Newrozê li malbatên şehîdan, Rêber Abdullah Ocalan û hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojhilata Navîn bi giştî pîroz kir.

El Cêlat wiha axivî: "Îro roja biratiya gelan e û em jî soz didin ku heta avakirina Sûriyeyeke demokratîk û azad têkoşîn û berxwedana xwe bidomînin.”

El Cêlat wiha domand: "Me îro bi hev re roja azadiyê pîroz kir û ji tevahiya cîhanê re dibêin, gelê banga azadiyê û demokrasiyê dike, dê bi pêkhate û olê xwe li hember hemû komployan û êrişan hevgirtî bimîne.”  

Her wiha, endama Desteya Rêveber a Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya ya Dêrazorê Şehrezad Qasim wiha axivî: "Em cejna Newrozê li hemiyan pîroz dikin, her wiha em silavên xwe yên germ ji bo we rê dikin."

Şehrezad wiha domand: "Em vê rojê li rêberê mirovahiyê Rêber Abdullah Ocalan û li dayik û malbatên şehîdan pîroz dikin û hêvî dikin ku ev Newroz bibe newroza azadiya Rêber Abdullah Ocalan û dawiya binpêkirin û dagirkeriyê."

Piştre, endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrazorê Sena El Hisên axivî û got: "Newroz bihara xêrê û hevgirtinê ye. Em silavên xwe ji bo jinên têkoşer û berxwedêr bi rê dikin."

Şahî bi pêşandina stranan berdewam e.

 (mh/şx)

 ANHA