Jinên Kurd bi însiyatîfan girêdana bi kultûra xwe re nîşan didin

Bi hatina Cejna Newrozê re, jinên Kurd dest bi dirtûna cil û bergên neteweyî dikin. Ev yek girêdana wan a bi çand û mîrateya wan nîşan dide.

Jinên Kurd bi însiyatîfan girêdana bi kultûra xwe re nîşan didin
20 adar, 2023   01:30
QAMIŞLO- SILAVA EBDUREHMAN

Ji destpêka Adarê ve, 4 jinên navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişloyê bi sponseriya Komîteya Çand û Hunerê ya meclisê kantonê pêngaveke dirûtina cil û bergên kurdî dan destpêkirin û bi buhayekî erzan difroşin.

/kr/uploads/files/2023/03/19/190519_000000000.webp

Jinên Kurd di boneyan de cilên neteweyî li xwe dikin. Cil û bergên kurdî ji kiras, xiftan, yelek, kember, hirbî û kuman pêk tê.

/kr/uploads/files/2023/03/19/190500_-large.webp

Ibtîhal Mehmûd ji gundê Til Şeîr ê Tirbespiyê ye û yek ji jinên ku di pêngava dirûtina cilên kurdî bûye, ji 8 salan ve cilên folklorî didrû û dixemilîne.

Ibtîlah Mehmûd anî ziman ku bi nêzîkbûna Cejna Newrozê re, jin caw û xemlên kurdî dikirin. Her wiha got, lixwekirina cilên neteweyî di cejn û boneyan de ji bo jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûye çandek e.

Ibtîhal Mehmûd diyar kir ya ku her perçeyekî caw ji yê din cuda dike, rêbaza dirûtinê ye û wiha domand: "Dezaynekirina rengên kiras, xiftan û yelek bi baldarî tên hilbijartin. Bi piranî caw ji cureyê herîr ê biriqîn e. Yên li jinên bi cilên kurdî binêre mîna ku li tabloyeke hunerî dinire ku hemû rengên xweşik balê dikişîne."

Îbtîhal Mehmûd di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinên xwedî behre kir û behreyên xwe bidin xuyakirin, pêşbixin û pişta xwe bidin xwe.

Hêjaya bibîrxistinê ye ku Navenda Hêzil a Çand û Hunerê ya navçeya Tirbespiyê perwerdeyên kardestiyan ji bo jinên ciwan vedike da ku behreyên wan pêş bixe. Navend rojên Duşem û Pêncşemê saet 15:00ʹan jinên ciwan pêşwazî dike.

(bb)

ANHA